Cîhan

Li Sûrî xepêşandan kuştî û birîndar gelekin

 Doh piştî mêja nîvro, li piraniya bajarên Sûriye xwepêşandan li dijî desthilatê çêbûne, hêzên ewlehiyê zor bikaranîn di encam de tenê li bajarê Derêa çar kuştî û 10 kes birîndar hene.

Li gorî ajansan, xwepêşandan ji Şamê, Derêa, Homis, Laziqiye û heta Qamişlo û navçeyên kurdan jî belav bûne, li gorî şahidekî bûyerê ku ji bo BBC ragihandî, hêzên Sûriye bo belavkirina xwepêşanderan Guleyên rastî bi karanîne û bûye sedema kuştin û birîndaran.

Hinek ji şahidên bûyeran dibêjin ku gelek qurbanî ji vê hijmarê gelektirin Her di vê derbarê de şahidekî bûyerê bi peywendiyeke Telîfonê li gel Frans Press daye xuyakirin ku li gorî zaniyariyên despêkê 10 kuştî hene û her wî gotiye ku min kariye ji wane sê kesan nasdikim, wekî din jî got ku, zilamên istixbaratên dewletê bi cilên Medenî gulebaranên rastî bi ser xwepêşanderan de direşînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button