Kultur

"Dîmenên jiyan û mirinê – Enfal "

Fragments of life and death – Al-anfal

Filmê “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal” dikeve beşa pêşberka navnetewî li festîvala filman li yekîtiya Emîrata Erebî ku li Dubai ji 14 heta 20 meha Nîsanê li dar dikeve.
Sêyemîn Film li ser komkujiya Enfalan ê derhenêrê kurd Mano Xelîl başdarî festîvala filman li Dubai a Emîrata Erebî dibe. Filmê yekemîn di vê beşê de, ev bu “Al-Anfal, bi navê Allah, Baas û Saddam” ku di sala 2006 de hatibu çêkirin. Filmê duemîn bi navê “Mala mi, zindana mi” di sala 2009 an de hatibu qedanidin û ev filmê dawî ye ku berî salekî hatibu Montajkirin li ser komkujiyên Enfalan diaxive.

Ev film ne tenê çîrokên trajîdîa kurdan tîne ziman, lê li ser îdîolojiya Partiya Baasa erebî desekine, metod û praktîkên wê di komkujiya kurdan de, ku bi rengekî fermî hatibu danîn tîne ber çavan. Ev film bi gelek dokument û belgenamên rejîma Baas a Saddam şanî dide, ku kuştin û tunebunkirina miletê kurd bi rengekî fermî-îdîolojî hatibu danîn.
Giringiya vî filmî ji du aliyan ve tê ber çavan, yekemîn dibe deng û zimanê miletê Kurd ê enfalkirî, ji bo ku ev trajêdî tucarî  neyê ji bîrkirin, û duemîn ev film fekr û şofînîzma partiya Baas a erebî ( erê ku li Îraqê hate qedexekirin)  heta roja îro li welatê Surî li ser hukme tîne ber çavan, û daxwazeke ku ev partî li diniyayê were qedexe kirin û ji holê were rakirin.

Filmê “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal” ji produksîona Mano Xelî û televizîona Swîsra ye.

Nasnama film:    “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal”
    “Fragments of life and death – Al-anfal”
Dema film:      43 Xulek
Dema Produksîonê     2010

Balkêş e ?
Close
Back to top button