Hevpeyvîn

Amerîka zextê li PDK-ê nake

Rûdaw: PDK çawan temaşeyî rewşa niha ya Herêma Kurdistanê dike?

Cafer Îbrahîm: Heya niha rewşa Herêma Kurdistanê ne asayiye, pir hestyare û pêwîstî bi lêkolînên berdewam heye. Niha PDK’ê encamdana reform û gûhertinên di deshilatê de, pir bi ciddî wergirtiye. Hinek gûhertin divê niha bên kirin û hinek jî domdirêjin.

Wê ew gûhertin kengê dest pê bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê pêkûtiyê li ser wan gûhertinan dike û divê bên kirin. Îro em ji bo encamdana gûhertinan reqabetê li gel demê dikin, ji ber wekî PDK ji bo paketa reform û gûhertinan çend lez bê kirin, wê ji me re baştir be û wê rastiya me derbêxe holê.

Hun ne di wê baweriyê de ne encamdana reforman paşketin?

Dereng nebûye, lê pêwîste lez bê dayîn. Eger PDK xwe xwediyê vê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê nezane, tirsa wê yekê heye rewş ber bi aliyek xirab û metirsîdar ve biçe. Ji bo vê yekê jî em lez didin gûhertinan.

Yên ku dixwazin rewşa Herêma Kurdistanê ber bi aliyek metirsîdar ve bibin, kîne?

Ew bingehê ku niha li Herêma Kurdistanê heye, arîkare ji bo têkdana vê ezmûnê. Di nav Kurdistanê de jî hinek xelk hene û ji bo ecindeyek dereyî kar dikin. Herwiha hinek aliyên din jî hene, ji rewşa niha paş tênagihin û nizanin bi çi awayî gûhertinan encam bidin. Tevî eger bizanin jî, reftarên wan ji bo vê rewşê xirabin û her berdewam dibin.

Başe, çima hun vekirî û rewan nabêjin ên ji bo ecindeyên derveyî kar dikin, kîne?

Qasî ku aliyê beramber bi giştî tevgerê bike, em jî her wisan dikin. Encamdana reforman daxwazên giştîne, lê çi dema ku hêzek wî mafî bide xwe ku sîstemê bigûherîne û bêyî metirsiyê dirûst bike, vêca her aliyek be. Çi Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî yan jî Komela Îslamî, wê demê tirsa me ya wê yekê heye ku evane ji bo ecindeyên derveyî kar bikin. Raste niha ji bo karkirina wê sîstemê daxwaz hene û kes jî ji bo gûherînan nabêje na. Lê ji navbirina vê sîstemê, vêca kîjan alî be daxwaz bike, nîşana pirsê têne pêş.

Yên ku daxwaza hilweşandina vê sîstemê dikin, kîne?

Bi eşkere Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Goran jî daxwaza gûherînê dikin. Ez pirs dikim, wê vê sîstemê çawan hilweşênin? Bêgûman eger ev yek ne bi rêya yasayî ve be, pêngavek metirsîdare. Em jî daxwaz dikin ku diyalogek bihêz navbera hemû aliyên siyasî yên vê herêmê bên holê û ji bo li ser reform û gûhertinên di sîstema rêvebirina Herêma Kurdistanê de, têgihiştinek hevbeş bê dirûstkirin.

Opozîsyon dibêje, ji ber ku parlemento  û hikûmet ne çalakin û di destê hizban de ne, ji ber vê yekê em daxwaza hilweşandinê dikin?

Kes nikare hikûmet û parlementoyê bi rêyên ne yasayî hilweşêne. Serokê Herêma Kurdistanê jî ew deshilat nîne, tenê pêwîste bi rêyên yasayî ve be. Li gor peyrewên navxweyî yê parlementoyê, di vê bi dengê ji siyan 2’ê endamên parlementoyê be, nekû aliyek ji xwe ve daxwaza hilweşandina van herdû deshilatane bikin. Ji ber ku bi sedema jinavbirina van herdû dezgehan, metirsî li ser asayîşa nîştîmanî ya Herêma Kurdistanê heye, ev demokrasî û ezmûna Herêma Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurdistanê ne. Ji sedî 100 ji Tûnis, Misir, Lîbya, Yemen û dewletên din cûdaye. Ji ber hilbijartinên wan bi encama ji sedî 99’ê wek ya Seddam bû, lê li Herêma Kurdistanê hemû alî bi hilbijartinê hatine nava parlementoyê û pêwîste vê sîstemê ji rûhê darbeyan biparêzin.

PDK wekî sê aliyên opozîsyonê, çawan temaşeyî Yekgirtû, Komel û Goran dike?

PDK’ê heya niha jî dergehê danûstandinan li gel ti aliyan ne girtiye û dergeh ji bo hemû aliyan vekiriye, lê dîtina Yekgirtû û Komel wekî dû hêzên Îslamî li gel Tevgera Goran cûda ye.  Bi nêrîna me heya niha Tevgera Goran rastbêjtir bû, ji ber eşkere bernameya xwe pêşkêş kirine. Raste gelek caran bernameya wan dijwar bû, lê bêyî perde pêşkêş kirine. Heya niha Yekgirtû û Komela Îslamî bi berdewam di dema pêşkêşkirina bername û daxwazên xwe de ne zelal bûn, destek li gel hikûmetê ye û destek jî li gel opozîsyonê de ye. Ev jî bûye sedema dirûstbûna nîv nakokiyên di rûyê têgihiştina navbera PDK û ew dû aliyên Îslamî de. Niha ragihandina Yekgirtû û Komela Îslamî, bi çapemeniya şerê navxweyî diçin. Li beramberî deshilatê gotarek cîhadî ya dijwar bikartênin, di demek ku berê di vê deshilatê de beşdar bûn û ev tenê gereke (carek) bûne opozîsyon. Berê li gel deshilata Herêma Kurdistanê şirîk bûn.

Çima gotarên Yekgirtû û Komelê ne zelal in û li beramberî deshilatê dijwar in?

Bi baweriya min eger ecindeyek siyasî ya derve li pişt van herdû hêzên siyasî nebin, pêwîst bû bi awayê niha tevger nekiriban.

Ango hun gûmana wê yekê dikin ku li pişt gotara Yekgirtû û Komelê ecêndeyek derveyî heye?

Belê ew gûmana me ji wan herdû hêzên Îslamî heye. Gûmana me jî li ser şîrovekirinê ye nekû tesmîn, çavlêkirinek zêde ji reftarên wan ên li gel ya li Tûnis, Misir û Yemenê tê dîtin heye. Lewra em vê yekê wek pêngavek metirsîdar dibînin û dibe ku li dijî sîstema li Herêma Kurdistanê planek be.

Li vê derê û wê derê rojane behsa encamdana danûstandinên navbera PDK û YNK’ê yên li gel aliyê opozîsyonê tên kirin, erê ev tenê ji bo ragihandinê ye. Wê ew danûstandin kengê bên encamdayîn?

Pêwîste hemû alî xwe ji wan danûstandinan re baş amade bikin. Herwiha 17 xalên parlementoya Kurdistanê yên ku 23’ê Sibatê hatîn pejirandin jî, madeyên danûstandinê yên herî baş in. Em îro wan danûstandinan encam bidin ji sibe baştire. Em wekî PDK ji danûstandinan re amadene.

Mercên PDK’ê yên pêşwext ji bo danûstandinan hene?

Ne mercên PDK’ê hene û ne jî ti mercan dipejirêne.

Hun bûyerên vê dawiyê yên bajarê Helebce çawan dinirxînin, wekî polîsekê ragihand û polîsek jî ji aliyê çend xwepêşanderên çekdar ve hat kûştin?

PDK bi nerihet temaşeyî wê rewşê dike. Li Helebce kuştina polîsekê û cara dûweme ku dibin armanc, li gel me nîşana pirsê dirûst kir. Em dipirsin ew çi kes û alî bû destê wî diçe giyanê polîsekê. Em hemû dizanin polîs di xizmeta gel de ne. Lewra destê derve li pişt vê bûyerê heye û dixwazin rewşa Herêma Kurdistanê ber bi aloziyê ve bibin. Ji ber vê yekê em daxwazê ji aliyan dikin ku lez bidin danûstandin û reforman, heya em pêşiya wê planê bigirin.

Hun hest bi wê yekê dikin ku ev arasteyek be ji bo dirûstkirina şerê bira kûjiyê?

Gelê Kurdistanê li gel şerê bira kûjiyê ezmûnek tal heye û çi dema tê bîrê, bêzar dibe. Nehameta wî şerî li bîra vî nifşî maye, lewra ez bawer nakim êdî gelê vê herêma me rê bide ku şerê navxweyî dirûst bibe. Lê eger em van fenomena ne çareser nekîn, wê bûyerên vê dawiyê jî ji bo şerê navxweyî rêyê xweş bikin. Tevî ku îrade û mantiqê siyasî yê gelê Herêma Kurdistanê ji wê yekê mezintire ku rê bide wê rewşê ku di wî alî de biçin.

Hun wekî PDK dizanin ku çi alî û dewletek dixwaze ezmûnên Herêma Kurdistanê ji nav bibe?

Vekirî û eşkereye. Rojane li ser kanalên ragihandinê dijberiya vê herêmê dikin û wekî Îsraîla dûwem bi nav dikin. Gelê Herêma Kurdistanê jî wekî PDK’ê baş dizanin ku kîjan dewlet dijî vê herêmê ne. Xewna wan jî tenê ew e ku sîstema rêveberiya Herêma Kurdistanê bigûherînin, belkî dixwazin vê herêmê bi tevayî ji nav bibin.

Hinek alî dibêjin, yek ji wan tiştên ku bûye sedema dirûstbûna vê rewşa niha ya li Herêma Kurdistanê, encam nedana hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê. Hun jî wisan dibînin?

Hilbijartinên Encûmena Parêzgehan 31.01.2005’an hat encamdan û pêwîst bû heya niha hatiban kirin. Dûbare nebûna hilbijartinê, bê hêviyek li gel hevwelatiyan dirûst kir, ji ber encûmenên parêzgehan nêzî hevwelatiyanin û dibe ku eger hilbijartin di dema xwe de hatiban kirin; rewşa niha negihabe vê pêvajoyê. Ji ber eger em temaşe bikin, ji Helebce heya Zaxo me di aliyê pêşkêşkirina xizmetkirina ji bo hevwelatiyan problemek mezin heye.

Wê kengê hilbijartina encûmena parêzgehan bê kirin?

Em wekî PDK her niha amadene. Ji ber çendî zû bê kirin, ewqas başe. Ev hilbijartin li gel me dergeheke ji bo encamdana reform û xizmetên ji bo hevwelatiyan. Herwiha mafê hevwelatiyane wan daxwazan bikin.

Opozîsyon dibêje, nabe hilbijartina encûmenên parêzgehan ji dawiya meha îlonê derbaz bibe. Hun ji bo wê demê amadene?

Bi rastî bi baweriya me 25.06.2011’an ji bo encamdana hilbijartina encûmenên parêzgehan demek başe. Ji bo wê armancê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan agehdar bike û her niha ji bo encamdana wê kar bike. Bi nêrîna me 15.10.2011’an jî eger pêwîst hat dîtin, ji bo encamdana hilbijartina pêşwext a parlementoya Kurdistanê demek herî başe.

Eger hilbijartin bê kirin, wê PDK û YNK bi lîstekê beşdar bibin?

Ez niha nikarim ti tiştê bêjim, çi dema wextê hilbijartinê hat diyarkirin û mijar giha dirûstkirina lîstan, wê demê emê biryar bigirin ku çawan beşdar bibin.

Niha tê behskirin ku di demek nêzîk de çend wezîr û hêjmarek rêveber di nava hikûmetê de bên gûhertin. Ev gûhertin çawan in û wê kengê bên kirin?

Niha amadekariyek berfireh di hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser hemwarkirina asta wezîran tê kirin. Îtirazên PDK û YNK’ê jî li ser ti xalan nîne. Hemû mijar û projeyek hêjayî guftûgo û danûstandinane. Erê wê hemwarkirina postê wezîran bibe sedema dirûstbûna hikûmetek binke fireh, wê aliyê opozîsyonê jî beşdar bibe yan jî wê tenê PDK û YNK di postan de gûhertinan çêkin. Bi nêrîna min opozîsyon tevlî bibe ji wê yeka ku tevlî nebe baştire. Lê biryare despêka nîsanê, gûhertin li ser asta qeymiqam û rêveberan dest pê bike.

Tê gotin Amerîka zextek zêde li PDK’ê dike, ji bo daxwazên opozîsyon û xwepêşanderan cîbicî bike?

Agehdariyên min ji pêngavên Amerîka heye, niha tenê Amerîka li ser rewşa Herêma Kurdistanê li ser xetê ye. Lê ya rast, Amerîka bi ti awayî zext li PDK’ê nekiriye. Belkî ji tevgerên Serokê Herêma Kurdistanê yên ku karî rêveberiya rewşê bike, pir razî bûn. Bi baweriya wan helwestên serok Barzanî di wê yekê de ye, ji bo çareseriya pirsgirêkan hewara xwe bigihênin parlementoyê. Eger nehat çareserkirin wê demê bi hilbijartinên pêşwext pirsgirêkan yekalî bikin û bi wî awayî rêz li xwepêşanderan tê girtin. Ev prensîbên demokrasiyê ne û Amerîka jî bi wan pêngavan keyfxweş e. Amerîka xwe wekî dostek nêzî Herêma Kurdistanê dibîne. Bi nêrîna min ya heya niha piştî bûyeran hatî kirin, di ragihandina bernameya reform û hilbijartinên pêşwext û ji bo yekalîkirina pirsgirêkan hewara xwe gihandin parlementoyê. Sedî 95’ê ji endamên têgehiştina Kurd û deshilata Herêma Kurdistanê bû û ji sedî 5 jî ji ber piştgiriya navnetewî bû.

 

Hêvîdar Ehmed:Rudaw

Back to top button