Li Surî li serê Kurda kirine çequber

 

Lîstika nehberkê çequbere, li ser serê Kurda.

ABD.AB.RUS Li Rojhilata Navîn li ser rihê Kurda bi kumarê dilîzin. Qapankêş û fesalvan jî ne dîyare. Kî wê bibê mîmar û kî wê bi serkevê ne dîyare. Gelê Kurd kirine neqebeyna nal û bizmar de;derbekê li nal dixin û yekê li bizmar dixin. Kurda û Tirka li hev sor dikin. Tirk jî dibê emê van Kurda bi qedênin, lê ne mûmkûne Kurda xelas kin ev şaşîke mezine.

Li gorî rabûrdûyî mejûyê her serê asrekî nexşe û desthilatdarî têne guhertin. Di îro roj de li Rojhilata Naverast çend dewletê garantor li dora sifrê kom bûne li hevdû dihinirin lê hevdû na dirin. Bazara li ser rihê Kurda dikin Gelê Kurd gelek mane ne çar, ne qinyat û ne bahwerî nemaye, qeyîka wan li ser Derya Sipî ber pêla dikevê, çep û rast. Hewar dikinê kê hîlekê liwan dikin.

Ew projê dewletê bi hêz Îngîlîs û Ferensa dûra ABD, ku berya sed salî fesilandibûn niha dikin ku hinek guhertina çêkin. Ê Rus û Tirk jî ketine dewrê de îş bûye geremol her û her dolaba li serê Kurda di gerênin. Ev çil salî ku Abdullah Apo jî çûkê xwe di ber wan re dibiraşt digot: “Ezê sîstema Rojhilat Navîn bi guherim, bikim sosyalîst wekî Sowyêtê !

Pirojekî bi xwan û xeyalan ava dikirin. Kesî bi xwezîyan ne rahişt baqê kesîyan, emê wisa bikin û wisa bikin, tiştê nebûyê û ku çê jî nabin didine pêşya xwe û gelê xwe.

APOYÊ Apocîya Kot: Ezê li Rojhilata Navîn sîstemê azîn û sazûmana biguherim. Li Rojhilata Naverast dewleta ji herba cîhanê yekê û heta herba cîhanê dudûwan de pergal û sazûmanê wê guhertin li gorî xwe û berjewendîyê xwe leva kirine û tomar kirine. Çend dewletê garantor leva kirine, bi hevdûre dixwin û mezra waye.

Wexta ku hinek li ber wan rabin bêjin em nahêlin ku hûn vê sifrê bixwin, yan em jî şirîkin, ka bahra me jî veqetênin, hîç ew vê yekê na pejirênin. Wexta ku nû Apo dest pê kir şer û pefçûn çê bû li welatê Kurda, hinekan ji van dewletê derdoran alîkarî jî dane Apocîya. Lê hin bi hin şaxê xwe vedan ber fereh bû, gelê Kurd li çarpênç parça bela kiri bûn. Li Tirkî û Sûrî û Iraq û Îran. Ev hemî cîyê berjewendîya dewletê gerentor de bûn.

Evan dewleta lev nerîn ji hevdû re gotin: “Em halo vê örgütê bi guhre bigrîn evê bi hêz bibin wê hem berjewendîya me qut kin û sîstemê me jî biguherin! Tevan ku terq qaşa terörê li ser navê Apocîya xistin ku di wisa be, bê ma tu kîyî kîlo û giramên te çiqasin heta ku hewqasî zêdey xwe û bavê xwe bi meşê.

Wexta ku kirne teror ew nema karin tu tîştî bi dest bixin, ne dewlet û ne sitatû ne otonumî tevan jî nikarin bi dest bixin. Ma çi ? Ma ku zerar û zîyanê, kuştin û talan kirin, hepis û sergom û zîndan pêve tişkî dî li qadê ji Kurda re nemaye. Heta ku ji wan hat gelê Kurd guvaştin, rûnin û rabin, rûnin û rabin, dikana bigrin û vekin bigrin û vekin, barê millet giran kirin heta ku pişta Milet şikest di bin barde, nema karin rabin ew betilîn û bar jî ma li nîvê rê!

Ev gelê ser kundir jî nedfikirîn ka em çi dikin, em kar dikin, an xisar dikin dawî çîye? Ne fikirîn li ser çi dozê dimeşin? Roj bi roj ziman û kûltûr nexşî daç namûs dîn roj bi roj lewaz dibin û ne di ferqê dene jî. Wekî pezê koçera şivan berê wî bi kûve bidyê wisa diçê,bûn gayê ber cot ji xeynî zexta bixwin pêve tişt nîne.

Heta ku ê gelek xwende û pispor jî di navde hene. Lê bi piranî cahîl û feqîr li pêşin ew ê kuştin û girtinê ne. Lê belê hinek din jî di navde hene dibînin jî û bê dengin gelo bo çî?

Kuro hîn we ji welatê xwe şikeftek nestandîye, rizgar nekirîye hûn dibêjin, emê Orte Doxu bikne sosyalîst. Pêşî dawa mafê xwe bikin, gelê xwe ferê zanebûn û sîyasetê bikin di nava dewletê bi hêz de hevalên xwe çêkin. Gelê xwe berdine hev, wan li hev nayênin glê xwe tev kirne dijminê hev dû. Kirin ku hin bûne gund parêz hin bûne sîxwir û hinek bûne diz, kirin ku hineka dev ji cî û warê xwe berdan çûne nav Tirka bûne Tirk. Dev ji zimanê xwe berdan dibêjin: “Ziman ne giringe” ku, demokratîk Cumhuriyet çê bû wê her tişt hal bê, ev şîretê HDPê ne.

Abdullah Öcalan û Şervanê wî xelete li ser xeletîyan kirin û rojekê derneketin pêş berî gelê Kurd ne gotin bira wele me vê derbê xeletî kir. Her û her dibêjin em li ser rîya rastin em serketîne. Hela wan xeletiyan berdewam dikin. Kurdê li Bakur tev bîşaf kirin û ji kûltûr û şeref û namusê daxistine, sifrê, dîn lewaz kirine, kesatî nemaye, bahwerî nemaye, huzur nemaye!

Li hundurwê Sûrîye raperîn çê bû ew derfetek gelek baş bû, lê mixabin Apocîyan nehiştin ku Kurdê Sûrî mafekî bi dest xin. Ku me re bi fikirê bê Nemrût çiqas ahmeq bû keleh çêdikirin digot: “Ezê herme Asîman Xweda bikujim.” Bê çawan me re bi Nemrût dikenê ka wê çawa herê şerê Xweda bikira tişkî belevajî bû. Ev jî wisaye memkûn nîne ku Abdule Apo Orta Doxu sîstemê bi guherê.

Evanê ne Kurd, Kurd ji kesatî û netewî dûr kistin, koletî û bindestî li ser wan ferz kirin! Tu hêvî û bahwerî li cem wan nemaye. Bê mical û neçar kirin, kî tê li nav guhê wan dixê xwe ditewînin û di pejirênin. Wekî herba cîhanê pêşî ku derfet hatin lê Kurda serkeftin pêk nanîn eva dîsa li Sûrî derfet hatiye lê mixabin, xaîn û cahîl nahêlin wan ferseta ji destê Kurda derdixin rê digrin li ber Kurda, rîya dijmin xweş dikin.

Li welatê Kurda ji sedî heştê ji xeynî quretîya tişkî din nemaye. Emel nîne lê axavtin pire, ha çima wisa ne kirin ha filan kes neraste, ha yekîtî nîne. Keko ku ev tişt hemî serrast bana ne hewce bû wê ji berxwe ve rizgarî çê bûba. Wê her tişt xwe bi xwe ketiba pratîkê quretî ne lazim bûn.

Hêvîyek maye ku wê hêvyê jî ji dest berdin tu hêvî û rê ji Kurda re namînê. Hêvya dawî ku ENKS û YPG li hev werin, bibin yek, bi yek listê doza Kurd bibin ser masê. Ev sîleheke qurse sîyaseteke rewaye. Başqe tu mijar çareserî tune.

21.11. 2019

Dilciwan Helbest

Nerîna min :