Em dev ji parlementoyê bernadin

Serkirdeyatiya HDPÊ civiya û helwesta xwe di derbarê rewşa siyasî de eşkere kir. Eve demeke gotubêjek heye ku, divê HDP li himber tayinkirina siyasetaqayuma xwedî helwesteke be. Li himber rûdana HDP wek berê nikare derkeve kolana û biryarên hukumetê şermezar bike. Ew pişgiriya gelêrî ya berê ji bo HDPê nemaye.
Ji bo vê yekê dîtinek di nava HDPê de hebû ku, digotan, divê HDPê ji dev hemû şeredariya berdê û eger pêwistbe xwe ji parlementoyê jî vekişine.
HDP di civina xwe de ev mijar gotubêj kir û helwesta xwe eşkere kir. HDP xwe ji parlementoyê venakişîne û ji dev şeredariya bernade. Di vê derbarê de hevseroka HDPê Buldan got: Ev sed sala sedsala destkevtiyên demokratîk a Kurdan e. Gelê Kurd ê bi tifaqa di navxwe de pêk aniye de li hemberî aqliyeta qeyûman derbikeve. Erê rast e em rojên dijwar derbas dikin. Samanên me têkoşîn û bedela me dabû ye. Em dê ti caran li dest ji destkevtiyên gelê xwe bernedin.”
Herweha di derbarê helwesta xwe de HDPê deklerasyonek jî belav kir.
Deklerasyona HDPê:
Deklarasyona HDPê bi vî awayî ye:

“1. Pir aşkera ye ku êdî Tirkiye bi rejîma qeyûm ve tê birêvebirin. AKPê hewldana darbeya 15ê Tîrmehê wekî derfet dît û bi Rewşa Awarte darbeya siyasî pêk anî û piştre bi piştgiriya MHPê bloka desthilatdariyê ava kir û wekî karê destpêkê jî dest danîn li ser rêveberiyên herêmî. Pergala Hikûmeta Serokomariyê jî li ser darbeya siyasî û aqilyeta qeyûm hat avakirin.

Polîtîkaya danîna qeyûman li hemberî jiyana hevpar wek dînamîtê ye. Qebûlnekirina encamên hilbijartinên 7ê hezîrana 2015an û piştre destpêkirin û domandina polîtîkayên danîna qeyûm tenê bi tinehesibandina îradeya gel û sindoqan ve nayê îfadekirin. Di heman demê de tê wê wateyê ku deshilatdariya AKP-MHPê rewa nîn in û bi zext û zordariyan hebûna xwe didomînin. AKPê encamên hilbijartina 31ê Adarê nas nekir û qebûl kir ku rewabûna wan a civakî nemaye. Îktîdareke ku li ser zîhniyeta qeyûm hatiye avakirin li dijî fikrê demokrasiyê û hêviyên ji bo pêşeroja demokrasiyê gefa herî mezine.

2. Danîna qeyûman a li hemberî Kurdan, pêkanîna hiqûqa dijminane ye. Polîtîkayên danîna qeyûman piştî hilbijartinên 31ê Adarê jî dewam kirin û ev beriya her tiştî binpêkirin û tinehesibandina îradeya gelê Kurd û hilbijêran e. Polîtîkaya danîna qeyûman di bingeha hiqûqû û dewleta hiqûqê de tunekirina hêviyên ji bo aştiya civakî ne. Eger polîtîkayên desthilatdariyê yên li welat û derveyî welat li ber çavan bê girtin dê were dîtin ku bi awayekî aşkera dijminatiyê bi Kurdan re dikin.

3. Ji bo pêkhatina demokrasiyê mafê bijartin û hilbijartinê şertê herî bingehîn e. Hiqûqa Mafê Mirovan a Gerdûnî û Destûra Tirkiyeyê jî vî şertî qebûl dikin. Binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê heqareteke li îradeya hemû civakê ye.

4. Demokrasiya xwecihî dergûş û bingeha demokrasiyê ye. Demokrasiya xwecihî û li xwecihî rêvebirin ji bo me rêgez û hedefeke jêveneger e. Li dijî her cure despotîzmê, temînata herî mezine. Eger demokrasiya xwecihî nebe, ti maf û azadiya demokratîk pêşnakeve û jiyana siyasî dê di xetereya vesayetê de asê bimîne. Ji ber vê yekê tayînkirina her qeyûmekî li hemberî demokrasiyê darbeyeke aşkera ye û rê li pêşiya faşîzmê vedike.

Bi pêkanîna Rewşa Awarte (OHAL), darbeya li dijî siyaseta demokratîk û tayînkirina qeyûman destnîşan dike ku AKP berdewama darbeyên leşkerî yên berê ne.

5. Modela me ya domokrasiyê bi feraseta demokratîk, ekolojîk azadiya jinan pêk tê û di heman demê de modeleke gerdûnî ye ku bi pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev pêkan dibe.

6. Nûnerên desthilatdariyê li xwe mikur tên ku Tirkiye bi pergala qeyûm ve tê birêvebirin û dixwazin vê pergalê li hemû deveran bixin meriyetê. Îktîdar her tim behsa hedefa 2023yan dike û divê tu kes xwe nexapîne ku ev hedef û plan ji hev cûda nînin. Projeya wan ew e ku di sala 2020an de meclisê û di sala 2021an de makeqanûnê bi temamî bêwate bikin û amadekarî dikin ku di sala 2023yan de serkeftina rejîmê ragihînin.

Li dij derketina polîtîkayên danîna qeyûman tê wateya bihêzbûna meclisê, destûra aştiyê ya gelan û meşa hevpar a hêzên komara demokratîk û hemû hêzên demokrasîparêz. Li dijî şer, mêtingerî û darbeyan pêşxistina lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û di normên hiqûqa navneteweyî de em ê heta dawiyê siyaseta rêya sêyemîn ango paradîgmaya Komara Demokratîk û çareseriya pirsgirêkên ku sed sal in dewam dikin, biparêzin.

7. Desthilatdarî qanûnan tine dihesibîne û ji bo rejîma qesrê mayînde bibe serî li polîtîkayên danîna qeyûman dide û ev tê wateya serdestiya zilamekî û ‘Rejîma Tayînkirinê’. Ev zîhniyeta rêveberiyê bi awayekî sîstematîk gel veder dike û xeyala wan pêkanîna rêveberiyeke bêgel e. Pir aşkera ye ku ev feraset komarê û demokrasiyê bi temamî bêmimkun dihêle.

8. Polîtîkayên danîna qeyûman tenê li dijî HDPê, şaredariyan û gelê Kurd dîtin tê wê wateya di ferqê de nebûna planên stratejîk ên desthilatdariyê. Li gorî wan ji bo ev zîhniyet bi ser bikeve divê dijbereya civakî û siyasî were bêbandorkirin. Ji ber ku li hemberî planên desthilatdariyş astengiya herî mezin HDP û têkoşîna gelê Kurd e, her tim êrîşî me dikin. Tifaqa AKP-MHPê ji bo sazîbûna faşîzma ku bingeha xwe ji rejîma yekzilamî werdigire pêk bîne rêveberiyên herêmî hedef digire.

9. Rejîma qeyûm di heman demê de rejîmeke parvekerina rantê û dewlemendikirina sermayedarên alîgirên wan e. Qeyûm projeya ku çavkaniyên cemaweriyê li weqf, sazî, komeleyên belavkirin e û bi vî awayî xurtkirina aboriya rejîma 2023yan e.

Rejîmeke wiha tenê bi polîtîkayên şer û hamaseta neteweperestiyê dikare serdestiya xwe bidomîne. Şerê ku li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin dikare di vê çarçoveyê de were destgirtin. Rejîma qeyûm rejîma şer e. Têkoşîna li hemberî qeyûm têkoşîna aştiyê ye.

10. Li gelek aliyan ve nêrînên ku HDP bila ji parlamentoyê û şaredariyan vekişe derdikeve pêş. Encama ku ji vê nêrînê derdikeve ew e ku meseleya polîtîkayên qeyûm û binpêkirna îradeya gel tenê weke meseleya HDPê dibîne.

Divê neyê jibîrkirin ku HDPê destkeftiyên heyî ewqas bi hêsanî bidest nexistine. Herî zêde jî rejîma qesrê ya zordest dixwaze em ji vê asta ku bi saya bedelên giran gihiştinê, vekişin. Her çiqas qada siyaseta demokratîk gelek hatibe tengkirin jî, hemû gelên Tirkiyeyê demek berê ya nêzîk de dîtin ku ger em bi hev re tevbigerin, em dikarin bi ser bikevin. Hilbijartinên 31ê Adarê û 23yê hezîranê di demekî ku di gotin tifaqa AKP-MHP’ê jihev belav nabe de hatin kirin. Lê ev desthilatdariya zordest hate têkbirin. Niha jî desthilatdariya AKP-MHPê li ser bingeha dijminatiya Kurdan re hewl dide dijbereyê qels bike û bi hestên nîjdaperestiyê jî dijberiyê bixe nava civakê. Rêya xelasiya ji vê rewşê ew e ku em têkoşîna demokrasiyê bilind bikin û eniyên ku hatine bidestxistin jî heta dawiyê biparêzin. Ya ku dê bi desthilatdariya AKP-MHPê bide windakirin jî ev e.

11. Heta ku mijar di vê çarçoveyê de neyê nîqaşkirin, biryara me zelal e: HDP dê dev ji tu destkeftiyên ku di serî de gelê kurd, gelên Tirkiyeyê di encama bedelên giran de bi dest xistin bernede. HDP, rêveberiyên herêmî jî di nav de, di hemû qadên jiyanê de rastî êrîşên giştî, bi pergal û piralî tê. Lê HDP dê ji tu qadên têkoşînê venekişe û dê li ser bingehên demokratîk û rewa têkoşîna xwe bi biryardarî û bi israreke mezin bidomîne. Armanca me ne tefandin, mezinkirina siyaseta demokratîk e.

Eger ku sibê hilbijartin pêk bê, em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd bêyî ku dudil be dê bi awayeke herî xurt xwedî li vîna xwe derkeve. Dibe ku qeyûm avahî û alavên şaredariyan xesp bikin lê bi tu awayî nikarin vîn û fikra gel bi dest bixin. Gelê me li gel me dê tev li têkoşînê bibe, bi awayeke çalak bixebite û li hemberî bêedaletiyê jî têbikoşe.

12. Bangawaziya me ya ji bo raya giştî ye: Avakirina demokrasiyê, parastina destkeftiyan û bidestxistina destkeftiyên nû tenê bi têkoşîneke hevpar a hêzên demokrasiyê re pêkan e. Mîna ku di hilbijartinên dawî ya di rêveberiyên herêmî de hatiye dîtin, em dikarin bi hev re rejîma qeyûman û rêveberiya kesekî rawestînin û pêşî lê bigirin. Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn a demokratîk û bêîtîatiya sivîl re berxwedanê mezin bikin.

Ji bo raya giştî ya navneteweyî: Erdogan hemû sepanên rejîma xwe ya otorîter a ku dixwaze ava bike, ji ewil li ser kurdan ceriband. Di êrîşên xwe yên li dijî hilbijartiyên kurdan û zimanê kurdan de hinceta ewlehiyê nîşan da û bi vê yekê re hemû dijbere bêdeng kir. Di demên piştre jî amûrên zextê li temamiya Tirkiyê belav kir. Di vê çarçoveyê de sepanên li dijî demokrastiyê tenê li ser Kurdan bisînor neman, hema hema li temamiya welat belav bûn.

Rewşa heyî ya li Tirkiyeyê xwedî potansiyaleke wisa ye ku dikare xerabiyê zêde bike û li erdnîgariyên din jî berbelav bike. Erdogan ku yek ji berpirsyarên mezinkirina şerê li Sûriyeyê ye, penaberên ku ji war û welatê xwe bûn li dijî welatên Rojava weke şantajê bi kar tîne.

Bangawaziya me ya ji bo tifaqa AKP-MHPê ye: Ev desthilatdariya ku mîna di hilbijartinên 31ê Adarê û di 23yê Hezîranê de jî hatiye dîtin, piştgiriya piranî ya gel winda kiriye û rewabûneke wê ya civakî nemaye. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji desthilata AKP-MHPê rizgar bibin, em banga ‘Hilbijartina pêşwext’ dikin. Ev banga bêminetiyê ye. Em li vir bêminetiyê didin wan! Em bang li hemû dijbereyê dikin ku li dora vê daxwaza hilbijartina pêşwext bibin yek û bikevin nava tevgerê.

Nerîna min :