Cîhan

Li Sûrî konferansa diyaloga Netewî tê li darxistin û HTŞ xwe fesih dike!

Hate diyarkirin ku Komîteya Tehrîr El Şam (HTŞ) ku mezintirîn koma çekdar a pêvajoya “şoreşê ” li Sûriyeyê ye, xwe amade dike ku xwe hilweşîne. Hat ragihandin ku amadekariyên Konferansa Diyaloga Neteweyî dest pê kirine.

Li gorî çavkaniyên nêzî rêveberiya Sûriyeyê, konferansa bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) wê di 4-5’ê Çile de li paytext Şamê bê lidarxistin û 1200 kes tevlî konferansê bibin.

Di konferansê de wê serkirdeyên leşkerî, siyasetmedar, aktîvîst, nûnerên hemû beşên civakê, ji mezheb, pispor û hwd. amade bibin.

Organîzatorên konferansê diyar dikin ku di konferansê de dê rêze biryar bên standin ku dê qonaxa bê diyar bike û tê de hemû komên çekdar bên hilweşandin û artêşa Sûriyê ji nû ve bê avakirin.

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed li Sûriyê, tê çaverêkirin ku komên çekdar xwe belav bikin û tevlî Wezareta Parastinê bibin.

Di nav van biryaran de avakirina komîteya reşnivîsa destûrê jî heye.

Back to top button