Li şûna têkoşîna çekî ya PKKê têkoşîna aştiyane

Daxûyaniya  Hereketa AZADÎ bi minasebeta 1ê Îlonê Bi Wesîleya 1ê Îlonê Roja Aşitî ya Cihanê Ji Çapemenî û Rayagiştî reBi Navê Xwedayê Rehman û RehîmWek Ji bo Maf, Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ me berê jî îfade kir; baweriya me ew e ku daxwazên maf, dad û azadî yên li Kurdistanê û Tirkiyê divê bi riyên meşrû, bi diyaloga siyasî û bi mutabeqetek muqabeleyî werin bersivandin.Eşkere ye ku siyaseta înkar, îmha û bişavtin a ku Dewleta Tirkiyê bi sedan sal in, di meseleya Kurd û Kurdistanê de dimeşîne, îflas kiriye û dîsa eşkere ye ku ji bo bi destxistina azadî û mafên Bakurê Kurdistanê, li şûna têkoşîna çekî ya PKKê têkoşîna aştiyane, siyasî û civakî li gorî mesleheta gelê me ye.Ji ber vê sedemê em pêşiyê banga PKKê, pişt re jî banga Dewleta Tirkiyê dikin ku tavilê dawî li şer û êrîşan bînin.Em ji aliyan daxwaz dikin ku; bi lez û bez agirbestek mayînde îlan bikin, agirbestê bi gavên bawerdêr tahkîm bikin û di encamê de ji bo mafxwestinê dev çek û tundiyê berdin; li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka ku sedema wê Dewleta Tirkiyê ye, bila pêvajoyek çareserî ya nû û rasteqîn ku dê hemû hêzên siyasî û aliyên civakî yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve muxatab bê girtin û dê garantorên navneteweyî yên wek aliyê sêyemîn beşdar bibin, bê dest pê kirin.Pêwistiya herî bi lez û bez a Cîhana Îslamê, Kurdistan û Tirkiyê aşitî û rêveberiyek adile.Xwedayê Gewre ferman dike ku ‘’Aşitî hîn bi xêr e.’’ ‘’Hûn hemû bi komî tevlê aşitiyêbibin.’’Ji Şer Re Na! Niha Dema Aşitiyê ye!Ji bo Maf, Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

Nerîna min :