Polîtîk

Li Stanbulê winda kir

Dezgehê Bilind a Hilbijartinê belgenemeya şeredariyê da berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglu, Imamoglu bû serokê şeredariya Stanbulê ya mezin.

Piştî hilbijartinên li Stanbulê eve 17 roj bûn, belgename nedidan kesekî. Li hinek deveran deng ji nûve hatin hêjmartin , herî dawî berbijêrê CHPê 10 hezar dengên zêde bû serokê şeredariya Stanbulê. Lê hêja îtirazên AKPê berdewame. Dezgehê Bilind a Hilbijartinê biryara dawî nedaye.

Windakirina hilbijartina li Stanbulê AKPê û desthilata Erdogan birîndar dike. Heta mirov dikare bêje ku, ev yek dikare bibe sedema paşdeketina AKPê û piştî 4 salên din Erodan desthilatê winda bike. Ev yek gelek tê minaqeşekirin.

Ji aliyek din ji derê MHPê hemû partiyên din li himber AKPê yekitiyek di nava xwe de pêkanîbûn. Tê zanin ku AKPê ev darbeya mezin bi dengên HDPê yên li Stanbulê xwar. Niha ji bo desthilata AKPê jî pêvajoyek nû destpê dike. Xala herî girîng hêdî di nava AKPê û derdora Erdogan ya kevin de dengên nû derdikevin.

Ihtimala mezin partiyek nû tê avakirin, behsa partiyek nû eve demek bû hebû, lê piştî encama hilbijartinên herêmî hêdî hewldanên partiyek nû geştir dibe. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û ji wezîrê berê Ali Babacan partiyek nû ava dikin. Heta tê gotin ku navê vê partiyê jî hazire. Mimkine navê partiya nû; “ Partiya Hizurê“ be.

Back to top button