Îran dixwaze Rejima Esad û Tirkiye dest hevdîtina bikin
Wezîrê derve yê Îranê piştî serdana xwe ya paytextê Suriye serdana Tirkiye kir. Zerifî ji aliyê serokkomarê Tirkiye Erdogan ve hate pêşwazî kirin. Di hevdîtina Erdogan û Zerîfî de wezîrê derve yê Tirkiye jî amade bû.
Erdogan û Zerifî li ser sizayên Amerikayê yê li himber Îranê û rewşa Suriye sekinîn. Sedama bingehîn ya serdana Zerîrîfî ji bo Tirkiye rewşa Suriye bû. Wezîrê derve yê Îranê pêşniyarên Suriye gihandin Tirkiye. Îran dixwaze Tirkiye yekser li gel rejima Esad pêwendiya deyne û herdu alî dest hevdîtina bikin.
Piştî hevdîtina Erdogan, Zerîfî û wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu civiyan.Dawiya civînê de konferansek çapemeniyê hate li darxistin û herdu wezîran behsa naveroka civînê kirin.
Di konferansa rojnemevanî de Zerifê da xûyakirin ku, wî ji berî rojekî serdana Suriye kiriye û li gel Esad civiyaye. Herweha Zerîfî got ku, wî ji Şamê du pêşniyar ji bo Enqere anîne.
Armanca vê serdanê ya bingehîn nêzikbûna rejima Esad û Tirkiyeye. Îran hewldide pêwendiyan navbera herdu welatan re ava bike.