Civak

Li Stanbolê lêşkeran serê xwe derxist

Polisan midaxeleyê Teksîmê kir û Parqa Gezî vale kirin.

Doh danê êvarî Ak partiyê li Enqere xwepêşandanek gelek mezin pêkanî bi sedê hezaran kom bûn. Erdogan axvtinek kir û got: Me xwepêşandanên Parqa Gezî re hevdîtin pêkanîn. Divê vê parqê vale bikin. Eger bi riza xwe ji parqê dernekevin dê hêzên ewlehiyê tişta pêwîst bikin.

Piştî axavtina Erdogan du demjimêran polisan midaxeleyê Parqê kirin û park vale kirin. Lê li Stanbolê û gelek bajarên din xelkê ev helwesta polis protesto kirin û daketin kolanan.

Heta vê sibê jî hevçûnên polis û xwepêşandanan berdewam bûn. Li hinek bajaran xwepêşanderan hewldan êrîşê bibin li ser bingehên Ak partiyê.

Îro jî Ak parti li Stanbolê xwepêşandanek girsehî dartêxe. Bûyer jî li gelek deveran berdewamin. Piştî ev bûyer destpêkirin heta niha cara yekem leşker jî ji bo midexeleya xwepêşandanan bikin xûyakirin. Lê heta niha praktîkê de midexele nekirine.

Wek tê zanîn eve 19 roj bûn ku li Parqa Gezî li Stanbolê xwepêşandan berdewam dikiran. Di van xwepêşandana de polisek û 4 hevwelatiyên Tirkiye jiyana xwe ji dest dane. Ji xelkê û polisan jî gelek kes birîndar bûne.

Back to top button