Polîtîk
Ciwanên Rojava yekîtiya kurdan dixwazin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, rêxistineke ciwanan dest bi grev û kampanyeke komkirina îmzeyan li dijî şerê navxweyî li Rojavayê Kurdistanê kir.
Kampanyaya ku berê li bajarê Efîn û Kobanê jî hatibû lidarxistin, ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd ve tê organerkirin.
Kampanya ciwanan li dijî milmilaneya di navbera kurdan bi xwe de û herwiha ji bo yekîtiya nava mala kurd û bicihanîna rêkeftina Hewlêrê ya di navbera herdu encumenên kurdî li Rojava ye.
Grev û komkirina îmzeya dê îro êvarî seat 18.00an li gor dema Qamişlo li nêzîk meydana Apo Osman Sebrî li taxa Hilêliyê dest pê bike.
Destpêkirina kampayê di demekê tê ku herêma Efrînê di bin dorpêça grûbên çekdarî yên girêdayî Artêşa Azad de ye ku hin grûbên kurdan jî di nava wan de ne.
Herwiha roja înê, çend alîgirên partiyeke kurdî li Efrînê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYD ve hatin girtin.