Siyaseta xapandin û tirsandinê ne raste
Wezereta Navxweya Kurdistanê di derbarê sinorê di navbera Kurdistana Başûr û Rojava de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de bersiva îdiayên KCKê tê dayîn û herweha di derbarê pirsa sinor de helwesta Hukumeta Kurdistanê zelal dike.
Ev deqê daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Hukumeta Kurdistanê ye:
Hinek kanalên ragihandinê beşek ji daxuyaniya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) belav kirin ku di nav de behsa girtina dergehê sînorê navbera Herêma Kurdistan û rojavayê Kurdistanê dike. Em di vê derbarê de radigihînin:
1-Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade ku dergehê sînor ji bo berjewendiyên aliyekî diyarkirî û ji bo bihêzkirina cihê xwe bê bikaranîn.
2-Siyaseta bi zorê xwe li ser aliyên din ên rojavayê Kurdistanê ferzkirin karekî nerast e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe beşek ji wê siyasetê ku rê bide dergehê sînor ji bo cîbicîkirina wê armancê bê bikaranîn.
3-Siyaseta xapandin, tirsandin, ketina li pey, girtina endam û aliyên din wê bandorên xirab bi xwe re bênin.
4-Dergehê sînor tenê ji bo rewşên mirovî tê vekirin. Heta ji bo jihevtêgihiştin û vegera dengê piraniya aliyan deng li ser tê dayîn.
Wezareta navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê
15.06.2013