Eve demeke aloziyên devera Şingalê berdewamin. Ji bo çareseriya alozî û kêşeyên Şingalê dawî werin û da ku xelkê Şingalê yên benaber bikaribin vegerin malên xwe û herweha ji bo Şingal ji nûve werê avakirin, di navbera hukumeta herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê de peymanek hatibû îmze kirin.
Lê hêzên Heşda Şeibî û çekdarên PKKê nexwestin ev peymana werê cîbicîkirin. Di serî de Hewlêr û Bexda û dewletên hevpeyman dixwestin ev Peyman werê cîbicîkirin. Artêşa Iraqê hewlda li Şingalê kontrola xwe pêkbîne, lê gelek cara di navbera çekdarên PKKê û Artêşa Iraqê de şer derket û rewşa çekdarên PKKê têk çû.
Van rojên dawî gelek çekdarên PKKê yên bi navê YBŞê ji dev PKKê berdidin û xwe radestî artêşa Iraqê dikin.
Wek tê zanîn eve nêzikî du heftiya ye li hinek deverên Şingalê şer di navbera hêzên Iraqê û çekdarên PKKê de berdewam e. Iraq dibêje ku divê çekdarên PKKê bi temamî ji herêmê derkevin.
Herweha li gora agahdariyan gelek çekdarên PKKê ji rojavayê Kurdistanê derbasî devera Şingalê dibin ê di refên YBŞê de şer dikin.
Li gora çavkaniyek xwecihî, duhî zêdeyî 200 çekdarên PKKê li gel çekên xwe ji nava refên YBŞê reviyane û xwe radestî artêşa Iraqê kirine.