Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Macid Halef Şengalî beşdarê bultena Rûdawê bû û şer û pevçûnên di navbera hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de nirxand.
Şingalî li ser pirsa “Li Şengalê û di nava YBŞê de di rojekê de ti guhertin çênebû. Çi qewimî, artêşa Iraqê û YBŞê ji nişka ve li rojavayê Şengalê hatin hemberî hev” wiha bersiv da “Hikûmeta Iraqê di derbarê çareserkirina pirsgirêka Şingalê de ne samîmî û ji dil e. Ji ber ku bi hêzeke ku fînanse dike, desteka lojîstîkî didê û bi teçhîzat dike re şerkirin wateya wê tine. Îro hezar endamên YBŞê mûçe, lojîstîk û alavên leşkerî ji hikûmeta Bexdayê werdigirin. Hikûmeteke ku li dijî hêzeke çekdar a ku piştgiriya wê dike şer bike ne tiştekî dîtiye.”
Herwiha Şingalî got “Ev plan li dijî Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê û bi taybet gelê Şingalê ye. Binêrin di vê tabloya ku îro hatiye çêkirin de kî bi ser dikeve. Dîsa yên ku neçarî koçê tên kirin gelê Şingalê ye. Leşkerê artêşa Iraqê yê ku duh di şerê duh de jiyana xwe ji dest da jî ji Şengalê bû.”
Macid Xelef Şingalî bi bîr xist ku Enqereyê beriya niha ultîmatom dabû Bexdayê û gotibû, “Eger hûn PKKê ji Şingal û Mexmûrê dernexin, çi pêwîst be em ê bikin. Wisa dixuye ku hikûmeta Kazimî ji bo vê zextê ji holê rake ev gav avêtiye.”
Li aliyê din parlamenterê Kurd dibêje “Hikûmeta Iraqê bi rastî hikûmeteke lawaz e ku nikare sînorên xwe biparêze. Ji ber wê jî li ser mijarên ewlehiyê divê zêdetir bi Herêma Kurdistanê re hevkariya bike. Binêrin duh 701 malbat, 4 hezar û 83 kes ji ber tirsa şer û mirinê ji Şingalê koç kirin û dîsa li kampan bicih bûn. Ev kamp ji 8 sal in di bin şert û mercên xirab de ne. Ji ber vê yekê divê hikûmeta Iraqê bi awayekî cidî pirsgirêka şingal çareser bike.”
Di beşeke din a axavtina xwe de Şingalî got “YBŞ îro beşeke Heşda Şeibî ye. Heşda Şeibî jî girêdayî Îranê ye. Lewma Îran jî PKKê weke amûra zextê bi kar tîne. Vê yekê weke amûreke zextê li ser Herêma Kurdistanê, PDK û rêveberiya nû ya Iraqê bikar tîne.”
Macid Xelef Şingalî tekez kir ew ne hêzên YBŞê ne ku Şingalê diparêzin û got “Ew hatine ajandeyeke xaricî cîbicî bikin. Ez wiha dibînim PKK çû kîjan cihî ajanda wan e ku artêşa Tirkiyê bê wî cihî bigre. Heta niha men nedîtiye PKK cihê tê de piştî wê Tirk nehatibin negirtibin, çi li Efrînê, çi li gelek cihên Sûriyê, gelek çiyayên Kurdistanê. Ew cihên ku PKK tê de ye, te dît ku şer jî nekir artêşa Tirkiyê xalên xwe li wê derê danîn.”