Civak

Li Silîmaniyê firokeyek ket xwar

Îro firokeyeka Tirkiye li firokexaneya navdewletî ya bajarê Silêmanîyê ket xwarê û agir  pê ket. Di encam de, hemû kesên di nav firokeyê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gora bêjedana rêveberê giştîyê firokxaneya navdewletîya Silêmaniye, ev firokeya han ji bo karê bizinismanîyê hatibû, kesên bizinisman û xwedanên kompanyayan hebûn.
 
Rêvebirê giştî yê firkexaneya Silêmaniyê Tahir Ebdullah Qadir, di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku ev firokeya han ji curê H25V bû û di nav vê firokeyê de, 4 kesên bizinisman, 2 pilot û hevkarek hebû.
 
Li gora agahdariyênTahir Ebdullah , dema firokê ji Silêmaniyê xwest bifire û herê Tirkiye, di demjimêr 17.49-ê de jiber problemek teknîkî kete xwar û agirpê ket.Di firokeyê de 7 kes hebûn hemiya jiyana xwe ji dest da û ji bo pizişkê dadweriyê termên wan birin nexweşxaneya Silêmaniye.

Nûçe:PNA-Zîrek Ebdulrehamn / Silêmanîyye

Back to top button