Cîhan

Zêdeyê milyonek insan li dijê Mubarek kom bû

Îro li paytextê Misrê Qahîre piştî mêja înê sedhezarên insane li Meydana Rizgariyê kom bûn. Eve 11 rojin xwepêşandan li Misrê li bajarên cuda berdewamin. Ji bo sekinandina xwepêşandana serokkomarê Misrê Mubarek du sê caran di televizyonê de bangî xelkê kir û da xuyakirin ku ew, hilbijartinên di meha Îlonê de çêbibin nabe berendam ji  bo serokkomariye. Herweha hukumeta heyî belav kir û serokê îstixbaratê ji bo xwe wek cigir destnîşan kir.

Lê muxalefetê guh nedan van guhertinên ku Mubarek kirîn. Ew dixwazin Mubarek ji dev postê serokkomariyê berde. Partiyên muxalefetê ji çûyina Mubarek wek mercek sereke kifşdikin. Herweha di qada navnetewî de pişgiriya Mubarek gelek kêm bûye. Amerîka jî daxwaza çûyina Mubarek dike.

Heta niha hêzên çekdar sekinîne. Doh cara yekem alîgirên Mubarek jî daketin Meydana Rizgariyê û êrîş birin ser xwepêşandanan. Hêdî alîgirên Mubarek jî dijê xwepêşandanan disekinin û heta niha zêdeyî 500 birîndar çêbûne û kuştî hene. Lê hijmara kuştiyan nayê zanîn.

Gelek rojnemevan tên girtin û hinek jî dibin armanca êrîşan. Rojnemevanek yê Televizyona Swedî doh birîndar bûye û rewşa wî xeter e.
Îro cara yekem serokên muxalefetê jî li gel xelkê tevlî xwepêşandana bûn. Serokê kombenda Erebî Musa Amir jî li gel xwepêşandana bû.Îro wek roja çûyina Mubarek tê dîtin. Xwepêşandan berdewamin û ji 11 rojan hir ve xelk li meydanê radizin. Ji bilî Qahîre li bajarên din jî xwepêşandan berdewamin.

Back to top button