Civak

Li Silêmaniyê teqînek bi hêz çêbû

Li bajarê Silêmaniyê li taxa Kazîwê di avahiyekî de encama teqîna sistema gazê çêbûye û 3 avahîya zerer ditiye. Avahiya ku teqîn lê çêbûyî xaniyek 3 qeta û hemû hilweûiyaye û li gora daxûyaniyên rayadaran yê herî dawî heta niha 10 kesî jiyana xwe ji dest daye û 13 birîndar jî hene.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser teqînê got, “Dilê min bi malbatên qurbaniyên teqîna îşev a Silêmaniyê re ye û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku lêkolîn li ser bûyera diltezîn a Silêmaniyê dikin, hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî got, “Em sersaxiyê ji malbatên wan kesên ku di bûyera diltezîn a îro danê êvarê de li Silêmaniyê canê xwe ji dest dane re dixwazin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Back to top button