Erdogan bangî Akşener kir: Ji dev 6 koliyê berde…!

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di dawiya sardana xwe ya Endonezyayê ya di çarçoveya Lûtkeya serokan a 17emîn a G20an da, li ser rojeva siyasî ya Tirkiye axivî û bersiva pirsên rojnemevana da. Erdogan ji êrîşa Îstîklalê heta çêkirina otomobila Togê di derbarê gelek mijaran de axivî û bangî seroka IYI Partiyê Meral akşener kir.
Erdogan gelek bi tundî rexne li muxalefeta heyî û li CHPê kir û got: “ Divê ez bi dilpakî û bi samimî behsa vê yekê bikim ku,wek her care muxalefet bi êşa van bûyeran nahese. Ev muxalefet mil bi mile terorîstan ji Enqere heta Stanbulê meîiyan.Em ne xerîbê vê muxalefetêne. Ji xwe niha ew di parlementoyê de li gel partiya girêdayî PKKê tevdigerin. Di nav wan de hinek gotinên teroristan bi kar tênin. Niha ji bo rakirina parêzbendiya hinekan ji van di parlementoyê de kar tê kirin. Em hînê van bûne. Niha ezê behsa vê 6 koliya ku li ser maseyekî dicivin bikim. Em CHPê deynin aliyekî, ne hevceye ez behsa 6 koliyê hemûyan bikim, Lê heyîna IYI Partiyê li ser vî maseyî geleke balkêş e. Ew ji bo çi li gel van li ser maseyekî rûdinein û li gel wan tevdigerin, ev ji bo me balkêşe. Taybetî di vê qonaxê de gerek IYI Parti rewşa xwe ya li ser vî maseyî berçavre derbas bike ûji mase rabe ji bo helwestek netewî divê rewşa xwe carek din berçavre derbas bike. “
Ev axavtina Erdogan ji bo IYI Partiyê bo wek bangekî da ku ji dev 6 koliyê berde û werê di nava Tifaqa Cumhur de.
Piştî vê banga Erdogan , seroka IYI Partiyê akşener di cih de bersiv da. Akşener di daxûyaniya xwe de dibêje:Di xetame de şisket tuneye, em bi bi istiqrar li ser xeta xwene. Em tu cara li ser maseyekî ku, dahatuya miletê me ber metirsiyekî ve bibe rûneniştine. Em li ser maseyê kumarê rûneniştine û tu carê jî rûnanin. Em wek partî ne hevceyê dîtinên Erdogan û hevalên wî ne. Em partiyekin ku me di sala 2017ê li himber referanduma ku ev sistem anî sekinîne.
Ji berî niha jî serokê MHPÊ Bahçelî bangî Meral akşener û hevalên wê kirîbû. Bahçelî gotîbû: Li mala xwe vegerin. Lê Akşener do bersiva xwe de bi tundê ev pêşniyara Bahçelî red kirîbû.