Civak

Li Silêmanî: Xwepêşandan bi aramî dawî hat

Îro li bajarê Silêmaniyê piştî mêja nîvro nêzikî 15.000 kes li meydana ber Sereya Silêmaniyê kom bûn û xwepêşandanek pêkanîn. Ji roja 17-ê mehê heta îro her roj li Silêmaniyê xwepêşandan têne darxistin , xwepêşandana îro ya bi herî girsehî bû.

Xwepêşanderan daxwaziyên xwe bi awayek  aşitiyanê gotin û ji hukumeta Kurdistanê, reform xwestin û doza pêşxistina xizmetguzariyan kirin. Kesen ku axavtin kirin ji hukumeta daxwaz kirin ku, rojek zûtirîn bersiva daxwazên xwepêşandaran bidin.

Xwepêşandan di warek aram de pêkhat û herweha  bê ku bûyerek nexweş pêkwerê belav bûn. Dema xwepêşander belavbûn jî dûv xwe re meydana ku xwepêşandan lê çêkirîn pakij kirin.

Back to top button