Cîhan

Assange teslîmê Swed dikin

Dadgeha bilind ya Britanî biryar da ku, Julian Assange teslîmê Swed bike. Wek tê zanîn damezerê malpera Wiki Leaks, hinek belgeyên nehînî  yên wezereta derveya Amerîkî belav krîbûn û rojeva siyasî li cîhanê tevlîhev kirîbû.

Li Swed bi tuhmeta tecavuzkirina zarokekî di derbarê Julian Assange de dadgehekî biryara darizandinê dabû. Dema  Julian Assange li Ingiltere hatî girtin, dewleta Swed daxwaz kirîbû ku wî teslîmê Swed bikin.

Parêzerê Julian Assange, da xuyakirin ku, dî ew îtirazê li dadgeha temizê bikin û ew hêvî dike ku doza Julian Assange li Brîtanya berdewam be û li wê derê bête çareserkirin.

Back to top button