Polîtîk

Li Hewice erebên şovenîs xwepêşandan kirin

Îro di demijmêr 09:00- ê sibehê de li qeza Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve xwepêşandan hat darxistin û xwepêşanderan êrîşî ser bingeha polîsê Hewîce û baregehê meclîsa qezaya Hewîce kirin û dixwaztin, ku van hedru baregehan bişewitînin.
 
Rêvebirê polîsê qeza û deverên Kerkûkê Serged Qadir di vê derbarê de daxuyaniyek taybet da PNA û ragihand, ku xwepêşanderan êrîşî ser baregehên polîs û meclîsa Hewîce kirin, belê pasevanên van baregehan rê nedan ew biçin nav baregehan û paşî hîngê xwepêşanderan gulebaran li pasevanên van bareghan kirin.
 
Serhed Qadir weha jî ragihand, ku di encama gulebaranê de 2 kes hatin kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn.
 
Serhed Qadir weha jî da xuyakirin, ku çend komên terorane di nav xwepêşanderan de hene û bi taybetî jî kesên ser bi koma terorane ya Neqşbendî ve di nav xwepêşanderan de hene û wan gelek caran li vê deverê çelakiyên terorî jî kirine.
 
Xwepêşanderan li Hewîce wêneyên Seddam Huseyn hildan û paşî hîngê ber bi baregehên hukûmî û partî û aliyên Kurdistanî bi taybetî PDK-ê ve çûn û xweztin, ku wan bişewitînin.
 
Xwepêşandana li Hewîce ji alîyê erebên şovenîst û alîgirên partîya Baas ve hatiye sazkirin û armanca wan dijatîya Kurdan û ne pêkanîna maddeya 140 a destûra Iraqê ye.

Back to top button