Civak

Hewlêrê pişgiriya hukumetê kir

 Bi sedan ciwan li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê xwepêşandanek li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê saz kirin û xwepêşanderan sloganên piştgirîkirina hikûmet û saziyên wê avêtin.

Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê Omêd Xoşnaw ji AKnewsê re ragihand, “Em komek ciwanên Hewlêra paytext in wek bersivdanekê ji bo nûçeyên hin medyayan, em hatine piştgiriyê li hikûmet û saziyên wê yên rewa bikin.”

Peyamnêrê AKnewsê ragihand, xwepêşandan destpêkê li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê dest pê kir ku pey re ber bi qawexaneya Meçiko ya nav bazarê meşiyan û xelk ji hemû aliyekî ve tevlê dibin û hejmara xwepêşanderan her zêde dibe.

Îro, kanala KNN ya Tevgera Goranê, nûçeyeke lezgîn belav kiribû ku avahiya parêzgeha Hewlêrê hatiye şewitandin, lê pey re bal kişand ku mebesta wan avahiya parêzgeha Nînowayê bû.

Duhî, hinek rêxistinên bi navên cuda çend daxuyanî belav kiribûn û daxwaz ji Hewlêrê kirin ku îro, înê, saat 14:00 bi dema Iraqê li pêşiya bazara Niştiman û Baxê Şar kom bibin û xwepêşandanan pêk bînin.

(AKnews)

Back to top button