Cîhan

Chavez: Bijî serxwebûna Lîbyayê

Serok Dewletê Venezuelayê Hugo Chavez li ser melpera Twîtterê, ji Serokê Libyayê Qaddafî re xwedî derket

Serok Dewletê Venezuelayê Hugo Chavez piştî xwepêşandanên li dijî rêveberiya Lîbyayê cara ewilê ku diaxife û ji Serokê Lîbyayê Muammer El Qaddafiyê re xwedî derket.

Chavez li ser hesabê xwe ya Twîtterê daxuyaniyek da û got: ”Bijî serxwebûna Lîbyayê. Qaddafî bi şerê navxweyiyê rû bir û ye.”

Ji aliyekî dî Wezîrê Karên Derveyê Nicolas Maduro di axaftina xwe yê parlementoyê de diyar kir ku ”Em li dijî tundûtijiyê ne, lê pêwîste ku bûyerên Lîbyayê bi awayekî objektîf bihête nirxandin.”

 

Back to top button