Polîtîk

Li Silêmanî navendeke rewşenbîriya Cigerxwîn hate vekirin

Li dirêjahiya girîngîpêdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warê rewşenbîrî û huneriya penaberan li hemû wargehan de, bi awayeke berdewam xulên cûr bi cûrên pîşeyî û hunerî û rewşenbîrî ji bo penaberên li wargehan de vedike. Bi amadebûna Şêx Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Barîke ya li bajarê Silêmanî Navendekî Rewşenbîrî û Hunerî ya Cigerxwîn vekir.

Roja 17/03/2015 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta bi hêzkirina warê rewşenbîrî û hunerî ya penaberên wargehan, zêdetirê wargehan navendên rewşenbîrî vekiriye. Li rêwresmek da bi amadebûna Şêx Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şandekî li gel li wargeha Barîke navendekî rewşenbîrî û hunerî ya Cigerxwîn vekir ku têda çendîn xulên fêrkarî û rahênanên pîşeyî û hunerî kompîter û dirûtin û sertaşîn û hwd.. vekir û paşê jî bawername li ser beşdarbûyên xulan da dabeş kir.

Her li dirêjahiya serdana şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo wargeha Barîke, ji aliyê Şêx Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve xelat û rêzlênan û pêzanîn pêşkêşî mamostayên wargehan da dabeşkir ku çendîn mehe bi xwebexşî mijulî wane û ders gotinêne bi xwendekarên wargehê heta ku li proseya xwendin û fêrbûnê veneqetin.

Back to top button