Nivîsar

Mesrefên mîlîterî tirs û nearamiyê zêde dike

Gabar ÇIYAN

Enstîtuya Navnetewî ji bo Lêkolînên Derbarê Aştiyê li Stockholmê- SIPRI (Stockholm International Peace Research Institute) li ser mijara ewlekarî û biçek kirinê kur dibe. Lêkolînan li ser “çekên kîmyewî û biyolojî”, “kirîn û firotina çekan li Cîhanê” û “afirandina çek û teknîka nû” pêk dihêne. Têkiliyên SIPRI yê bi dewlet, saziyên desthilatdar (Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Europa û hwd), dezgehên mafên mirovan re xurt e. Raporên demî bi destê 25 pisporan, ku ji welatên guhertî ne û xebatkarê enstîtuyê ne têne nivîsîn. Rexne û pêşniyazên enstîtuyê ji aliyê dewletan, organên media û saziyan ve cidî tên girtin.

Rapora dawî a SIPRI yê balê dikşîne ser zêdebûna firotin û kirîna çekan li Cîhanê. Emerîka ji % 31 û Rusya % 27 pariyên herî mezin ji firotina çekan girtine. Çîn hilkişiyaye dora 3 an. Paşê Almanya, Fransa, Ingiliztan û Italya tê. Krîza aborî ku gelek bankeyên navdewletî ji holê rakir, şîrketên mezin rût kir (îflas) û bi hezaran karker bê kar hişt, qet tesîr li bazirganiya çekan nekiriye. Di demên dawiyê de, 100 fîrmayên nasdar li cîhanê, ji firotina çekan 100 milyar kronê swêdî di nav xwe de parvekirin.

Rusya û Çîn, ne tenê difroşin. Navê wan di nav welatên çekan dikirin de jî tê hejmartin. Moderkirina artêşê û teknîka nû ji bo afirandina çekan, tesîrek mezin li aboriya herdu welatan dike.

Herî gelek Hindîstan û Siudiya Ereban çekan dikirin. Pispor, sedema kirîna pir, bi endîşeyên Hindistanê derbarê bihêzbûna Çînê û nakokiyên bi Pakistanê re girê didin. Siudî, ji ber xurtbûna Îran û hêzên îslamî li herêmê ne rehet e û bi tirs e. Tedbîrên xwe li dijî komployên derve û navxweyî, xurt û tekûz dike. Niqteya trajîkomîk û balkêş ew e ku, çekên giran, bi seriyê nukleer dikirin ku bi xwe nikarin bikar bihênin. Dema pêwîst bibe dê bi alîkariya Emerîkayê bikin (!).

Niqteya duwê ku pispor bi endîşe dişopînin, firotina çekan bi riyên bê hiqûqî ye. Çekên di ser deryayên dur û kur re, bê kontrol û dokument tên firotin û dikevin destê welat, anjî komên bi xeter û ekstrem pirsgirêkek mezin e. Li gorî lêkolîn û agehdariyên enstîtuyê, xwediyê keştiyên çekên îlegal bardikin ji welatên Yekîtiya Europa û NATO yê ne.

Tirs û endîşeya herî mezin ku nîşana teqîn, nakokiyên mezin û elametên şer dide, zêdebûna çek kirînê bi şêweyekî sîstematîk ji aliyê welatên derûdora Xelîcê ye. Anku welatên Rojhilata navîn in. 

Kin û kurt: Çekên tên firotin ji 3 an 1 dikeve emrê dîktator û zordaran. Li dijî pêşketin û demokrasiyê tên bikaranîn. Hetanî bazirganiya çekfiroşiyê, demokrasiyê ji xwe re neke pîvan, li hemberî zilmê ne xwedî prensîp bin û di firotinê de exlaq û pîvanên însanî nekin esas dê bi wan çekan xwîna gelek kesên bêsuc birije…

 

Back to top button