Polîtîk

Teterîstan 40 ton xorek pêşkêşî penaberên li Kurdistanê kir

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna bavê ruhî yê neteweyê Kurd Barzaniyê Nemir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çandina nemamê destpêkir, heman demî de li wargeha Herşem hevkariyên Herêma Teterîstanê li ser penaberên wargehê de dabeşkir û li wargeha Behirkê jî hevkariya penaberan hate kirin.

Roja 17/03/2015 ji bo helkefta salvegera ji dayikbûna bavê ruhî yê neteweyê Kurd Barzaniyê Nemir wekî pîşeya hemû salek, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê salvegera pîroz da çalakiyên nemam çandinê kir, û li wargeha Dawidî ya li sînorê nahiyeya Bamernê nemamê çandin.

Ji aliyekî din ve li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo penaberên li Herêma Kurdistanê, bi awayeke berdewam xorek û pêdiviyên zivistanê û ciluberg û dehan cûreyên dinê pêdiviyan li ser wan da dabeş kir. Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Herşem bi hevkarî li gel kompanya Tat Neft ê Rûsî bi amadebûna Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Cîgirê Konsolê Giştî yê Rûsya û Nûnerê Kompanyayê alîkarî û yarmetiyên Herêma Teterîstanê dabeşkirin ku ji (40) ton xorek û pêdiviyên cûr bi cûr ji bo penaberên wargeha Herşem ya li bajarê Hewlêrê pêkhatibû.

Ji aliyekî din ve li wargeha Behirke Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina xoreka cîhanî xorek û çendîn cûreyên dinê pêdiviyan li ser (625) malbatên penaberên wargehê da dabeşkir.

Back to top button