Kultur
Li Sêrtê rêzikên lîstokeke 5.000 salî hate dîtin

Li kolanên şûnewariyên gira Başûra ya li bajarê Sêrtê ya li Bakûrê Kurdistanê de, beşek ji perçeyên lîstokeke 5.000 salî ji aliyê şûnewarnasan ve hate dîtin.
Her wiha şûnewarnas didin zanîn ku li kolanên li sala 2012 an de ewan beşek ji vê perçeyên lîstokê dîtibûn û li ser lêkolîn jî kiribûn, lê niha encama kolanan de ew beşê din jî hate dîtin.
Li gor kovara huneriya Artnews ya Amerikî ev kolanên ku li gira Başûra hatiye kirin karê şûnewariyên herî girîngên 10 salên derbasbûyî têne zanîn.
Her wiha Serokê Tîma Kolanê Haluk Saglamtimur jî daye zanîn ku li gor pêşbîniya wan ev rêzikên lîstokeke 5.000 sal berê ne ku dihate lîstin.