Narîn Omer:Hevaletiya min û nivîsandine…

Narîn Omer :hevaltiya min û nivîsandinê ez ji pêlan û reştarî û zordariyên gerdûn û jiyanê parastim.

Hevpeyvîn: Imran Yûsiv/Kurd-Pres

(Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, Xwendina serete û navendî û bi domahî di dibistanên Dêrikê de bi dawî kiriye, û piştre ew tevlî Zanîngeha “Dîmeşq”ê paytexta Sûriyê bûye û di sala 1995an de xwendina zankoyê bi dawî kiriye, “Beşê 

wêjeya Erebî”, di kulîjeya Adab de.Wê karê mamoteyiyê kiriye û di hemî 

pêvajoyên fêrbûn û xwendinê de.Sisê zarokên wê hene “Dastan, Sazîn, Şêrîn”.

Destpêka nivîsînên wê: Helbest, roman û gotarê dinivîse û gelek xelatên wêjeyî wergirtine.)

Imran Yûsiv: Em hezdikin ji çîroka we û nivîsandinê dest pê bikin, kengî û çawa we xwe berda vê deryaya bê binî ? Di der barê wan destpêkan de hûn çi dikarin ji me re bibêjin ?

NARIN OMER: Ez dibêjim hezkirina wêje û nivîsandinê û hevaltiya min û pênûsê  di malzaroka dayika min de bi min re çêbûye û tovên wan di kakila hest û ramanên min de hatiye çandin, ya didwan ez di malbateke welatperwer û rewşenbîr de perwerde bûme, birayê min û lawên meta min û xal û mamên min xwendevan bûn û tevlî xwendinê ew rewşenbîr û konevan bûn û bi nivîsîn û wêje ve girêdayî bûn û herdem ez li civatên wan amade dibûm û min bi kêf û evînî guh dida wan û tişta balkêş ew pirtûkxaneya di mala me de kû ew xemilandî bû ji hemî rengên zanistî û rewşenbêriyê, lê kesê kû ev guhdan û hezkirina han li min dîtî xuha min Perîxan bû ya kû bê dibistan xwe fêrî alfabiya kurdî û erebî kiribû û pir bi min re arîkar bû û rêk û pêkên rast û dirust li pêş min didanîn.  

-Nivîsandin ji bo we çi wateyê dide ? Nivîskar ji kê re dinivîse ?

Ev hevaltiya di navbera min û pênûs û nivîsandinê de çêbûyî ez ji pêlan û reştarî û zordariyên gerdûn û jiyanê parastim ta vê demê û bi wan evîniya jiyan û zemîn û kesan bi min re geştir û xweştir bû, ji vê yekê ez dibînim nivîser ji bo xwe dinivîsîne da ew wêneyên hizr û hestên xwe bilorîne û wan aram bike û piştre ew bi civak û ax û welat ve tê girêdan û rewşa wan li ser xaka ritalîzme diyar dike. Divê nivîskar bi xwe û bi dana xwe bibawar be da bikaribe hest û ramanên xwe derbasî derûn û mejiyê xwendevan bike û bi xwe re rast be ne tenê binivîse da bercewendiyê kesane bişopîne û bi cih bîne. Her kes ji me hizir dike û dirame lê ne her kes dikare bi pênûs û peyvan wêneyên jiyanê di hemî aliyan de bixemilîne û rengreng bike û ne her yek rahêje pênûsê û çend peyv û hevokan binivîse dibe nivîskar û helbestvan.

-Helbest guvaşa hest û ramanên helbestvan e, awazên giyanê wî ye. Berî ku em derbasî nava helbestên we bibin, Narîn Omer wek helbestvan çawa li helbestê dinêre ?

Helbest di nerîna min de dermanê êş û janên bê derman in ji ber kû ew bêhtirîn tovên hebûna xwe ji cinav û hestan tîne û çiqas ev nerm û zelal bin ewqas ew mifayê ji helbestê dibînin ji ber kû helbest ji destpêka zayîna min ve dermanê dil û derûniya min e û sîbera berdewamiya min e.

-Di nivîsandina helbestê de hûn bêtir guhdanê bi çi dikin ? bi mijar, raman û naverokê, an bi şîwazê hunerî ? Bi dîtina we çawa helbest tê avakirin ?

Bi rastî guhdan bi van hemyan dibe û her yek ji wan dibe stûna helbestê ya herî giring û dibe ew şert û merc di yek helbestê de pêk bên li gor bûyerên kû ew li ser têne avakirin lê di hemî mijaran de ez guh didim hest û hezkirinê ji ber kû bi wan mirovatî geş û zelal dimîne.

Dibe helbest ji nişkî ve bi baweşînka xwe me hînik bike û dibe em derbasî hola wê bibin û çiqilekî li dara wê zêdekin.

Helbet helbest ji hunerê cuda nabe û henasên wan li ser yek rîtmê semadar dimînin û giyan û dil kêfxweş dikin.

-Di navbera herdu zimanên (Kurdî û Erebî) de, Narîn Omer bi kîjanî bêtir dikare xwe derberîne ? kengî bi Kurdî û kengî bi Erebî hûn dinivîsin ?

Zimanê me dimîne bingeh û yekemîn zimanê em jê hezdikin û di himbêza wê de em xwe payadar û zengîn dibînin. Ji zaroktiyê ve min xwe fêrî nivîsandin û xwendina zimanê me kiriye li gorî erîşenên di wê demê de û min bi zimanê me bi dest nivîsînê kiriye û piştre bi zimanê erebî û bibawerim kû ez dikarim bi herdû zimanan binivîsim. Dem ji nivîsandinê re tune ye li gor bûyeran û rewşa rojane dimîne û carcarna ez eynî mijarê bi herdû zimanan dinivîsim.

-Di hemû nivîsên we de jin bi xurtî amade ye, pirsgirêkên wê û êş û azariyên wê, lê herdem ew jin şikestî ye. Gelo heya çi radeyê we dikarîbû bi rêya pênûsa xwe berevanî di ber doza jinê de bikiraya ?

Belê tevlî ez mijarên cor bi cor dinivîsînim lê pirsa jinê amade ye ji ber kû dema min bi dest nivîsîn û çalakiyên wêjeyî û civakî kiribû ji berî 30 salan hijmara jinên me yên bi nivîsîn û çalakiyan û rewşenbîriyê ve mijûl pir kêm bû û ne tenê jin bekê hijmara  mêran jî kêm bû û ew bi tiliyan dihatin hijmartin, min xwest ez doza jinê bikim mebest û keç û jinên me agahdar bikim û pirs û doza wan li ber çav deynim

Ez bibaweim ez b karênd baş rabûme bi avakirina komele û girûp yekîtiyan re.

Hêjayî gotinê ye ez diyar bikim kû guvaşa ezmûna min di vî warî de pir tişt ji min zelal kirin û ji wan:

Kû pirsa jinê berevanî û berxwedan jêre navê ji ber kû jin a jîr û jêhatî dikare mefên xwe çareser bike bi kar û xebata xwe ya berdewam û bi dilpakî û dilsozî, lê dema beravanî jêre bibe û mafên wê çareser bibin bêtirîn caran jinên di nav bercewendiyan û ezeziyê de noq bûyîn bi dest û lepan wan mafan asê dikin û xwe didine pêş bê kû bikaribin tiştekî bikin. Divê doza jinê di destpêkê de bi vên û dilsozî û hêza jinê bê destpêbikin û piştre wê civak alîkar be.

-Gelo wêje neynika jiyanê ye, an alaveke guhertinê ye ?

Em dikarin bibêjin ew neynika jiyanê ye û alaveke guhertinê ye jî, ji ber kû ew xaka riyalîzmê û civakê bi hemî wêne û tabloyan ve vajî dike û dineqişîne û piştre hewildan dide kû ew wan bero guhertinê bişopîne yan jî riya guhertinê li ber çav bînin û çareser bikin

– Jin dikare çi li helbestê zêde bike ?

Ez dibînim kû cudabûn di nav bera nivîsîna jin û mêr de tune ye ji ber kû helbest û wêje bi giştî ji axoşkirina hest û ramanan şîn dibe û şaxan di dil û mejî de vedidin û pîvana hest û ramanan li ba jin û mêr wekheve, lê em dikarin erê bikin kû jin dikare li ser pirs û doza xwe bêtir biaxive û wêneyan bi xemilîne.

-We helbest ji bo zarokan jî nivîsiye, herî dawî  dîwanek we bi navê (Kenê Şanya) derketiye- bi rastî helbestin bedew û nazik in- çi hêla ku hûn jib o zarokan binivîsin ?

Dema min hewildan dan kû ez di derya nivîsînî de melevaniyê bikim min civak û canîwerên jiyanê li ber hizr û çav deynan û ji wan zarok û pirs û mafên wan. Zarok kakila malbatê ne û malbat bingeha ciakê ye, û nivîsînên li ser zarokan pir kêm in di çand û wêje ya me de, lewra min helbest û kurte çîrok û li ser zimanê wan ji min ji wan re nivîsandin û piştî salên dirêj berhevoka “Kenê Şanya” ronahî dît û ez bihêvî me di rojên bê de bêtir berhemên min ji wan re ronahiyê bibînin.

-Di der barê berhemên we yên helbestî de, heya niha çi hene ?

Yên çapkirî min 3 berhevok helbest hene û 8 berhevok wek destnivîs hene bi kurdî û erebî û helbestên pexşan û rêzbend.

-Emê derbasî beşê romanê bibin, jixwe heya niha sê romanên we derketine, hûn çawa li nivîsandina romanê dinêrin ?

Belê ew çar roman in ji ber kû romaneke min bi zimanê erebî xelata yekemîn standiye di pêşbirka romana erebî de ji aliyê “Dar elkelîmat” li welatê “Elcezayir”.

Her yek ji celeb û texlîtên çand û wêje şert û mercên xwe hene lê hemî di dawî de li yek rê dicivin û komcivînan li dardixin û roman yek ji wan texlîtên herî giringe û di hola wêde nivîskar dikare pir rêk û pêkan bişopîne û bi gelek mirov û canîweran re bijî û biaxive û hefsarê bîrok û mejî berde da hizr û raman û hest bihevre çandiyê bikin bi serbest û azadî.

– Şîwazê helbestî ji vegotinê di romanên we de diyar e, gelo ev yek bandorê li aliyê dramî nake ?

Min di bersiva borî de diyar kiribû kû hemî celeb û texlîtên wêje di yek rêkê de gava dawî dipîvên û ez dibînim divê roman ji hest û peyvên cinavî  bê par nemîn in da xwendevan bi bûyer û mijarên romanê ve werin girêdan û hedanîn û aramiyê binoşin û helbet di dawî de hebest dimîne helbest û roman dimîne roman.

-Di romana (Çaxê Derbideriya Ber Bi Rojava) de, tevî ku roman cîwerî ye lê we welat , dever û cih bi nav nekirine, gelo mebesta we ji dû vê yekê çi bû ?

Belê tu rast dibêjî. Di vê romanê de min xwest ez dema bûrî û dema aniha bi hevdû girêbidim û diyar bikim kû vegotina dibêje “Dîrok xwe vedigerîne û dubare dike” rast e û cudawaziya di navbera wan de ew e kû tenê kes û mirov têne guhertin û ev çîrok û çîvanokên çêbûyîn û aniha çêdibin ew berdewam in û helbet di pêşerojê de jî wê çêbin û hêzên mezin wê bi navê mafê mirovan û zaroktiyê bercewendiyên xwe bi cih bînin, lewra min xwest kû ez welat û deveran bi nav nekim da her kesê vê romanê bixwîne xwe û civaka xwe bibîne lehing û xwediyên wê.

-Heya çi radeyê hûn xeyal û nîgaşê di romanên xwe de bi kar tînin ?

Bêtirîn berhemên min neynikin û bûyer û çîrokên çax û demê dineqişînin û piştra xeyal û nîgaş rola xwe ya mezin dilîzin û wan bi reng û deng dikin. Jiyana me bixwe ji riyalîzmê û xeyalê tê afirandin û eger xeyal û nîgaş têde nebe em ê nekaribin pîlan û kelemên felak û narvînê derbas bikin. Xeyal û nîgaş rojên min ji hêvî û omîdan dixemilînin û biwan ez pir xwen û daxwazan pêk tînim.

-Di navbera helbest û romanê de, Narîn bêtir xwe di kîjanê de dibîne ?

Ez xwe di helbestê de dibîn im wekû ez xwe di romanê de û her weha di gotar û kurte çîrokê de lê herdem helbest tabetmendiya xwe diçîne ji ber ew di hemî celebên wêjeyî de diyare çi wekû lîztvanê yekemîn yan jî wek mêvan.

-Projeyên we ji bo siberojê çi hene ?

Proje pir in çi wêjeyî bin yan jî çandî û civakî û niha ez pirtûkên xwe ji çapê re amade dikim, 8 pirtûkên çapkirî hene û bêtirî 20 berhemên reşnivîs jî min hene xwezî ez bikaribim wan çab û belav bikim.

– Gotina we ya dawî ?

Qefdên spasî û dilsoziyê ji we re û dana we pîroz û xwmilandî bimîne.

” Hinga bêdengî can dikêşe, حيث الصّمتُ يحتضر” helbest ji

 Berhemên wê yên çapkirî ewin:

weşanên çapxaneya dar azzeman

“Perîxana min” bi arîkariya saziya Semakurd hatiye çapkirin.

 Romana”ÇaxêDerbideriyaBer Bi Rojava)  موسم النّزوح إلى الغرب

Romana”Henasênjiyanê, Koçberiyabêhenas”ÇapxaneyaSersera li Berlînê, Elmanya

Pirtûka”Tîrêjênvejînê” ÇapxaneyaSersera, Berlîn, Elmanya, Dr. BeşarMistefa.

Romana “AxoşkirinaPênûsêjidemsalêngiyanê re” jiçapxaneya Elsukeriye li welatê Misrê.

Kenê şanya” helbest, jiweşanênYekîtiyanivîskarênKurdistanaSûriyê.

Romana “Pispisênbîrokê” çapxaneya Dar elkelîmat, welatêElcezayir.

Nerîna min :