Civak

Li Sêrtê ji bo aşitiyê hewldanek cuda heye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajo bi navê “pêvajoya aşitiyê` tê navkirin babetê rojane yê gotubêjêye.

Li bajarê Sêrtê dezgehên sivîl, kesayetên olî û ciwakî ji zûde însiyatifek pêkanîne û ji bo ku şer nebê û rewşa bêdengiya çekan berdewam be karek berbiçav dikin.

Serokê şeredariya Sêrtê û parlementerê Sêrtê yê berê û endamê meclisa Aşitiyê ya Tirkiye Dr. Ekrm Bilek  di vê derbarê de got ku, ji bo şer dernekeve em di nava hewldanên mezin de ne û me encamên baş jî ji van hewldanên xwe dîtine.

Li ser pirsa hewldanan Dr. Ekrem Bilek di hevpeyvinek ya xwe de behsa çend xala dike.

Dr. Ekrem Bilek dibêje:  Eger mirov tu hesabek siyasî neke û wek kesayet ne li benda feydeyek siyasîbe, dirust û dilpakijî ji bo aşitiyê kar bike tiştek ne zehmete. Hinge dewlet jî PKK jî we cidî digre. Tişta me li Sêrtê kirî li her bajarekî dikare çîbibe.Her bajar bila heyeta xwe ya çavderiya çêbike hinge bûyer nabin. Mesele niha sererkaniya leşkerî dibêje li devera Çolemergê şer bûye. Rastî em ji ku dizanin ev bûye? Belkî jî tiştek nebûye. Belkî jî hinek ji bo şer derkeve îrîşe cihna bikin. Ji bo van tiştan divê heyetek serbixwe hebê ku bizanibe çi dibe û ji bo çi bûyer dibin. Divê ev heyet lêpirsînê bike.

Li ser Taybetiya rewşa Sêrtê jî Bilek got: Li Sêrtê Kurd û Ereb hatin ba hev niha ji bo aşitiyê bûne yek deng û bi hevre kar dikin. Ev bi xwe serkevtineke. Em li gel Rayadarên dewletê jî û yên PKKê jî hevdîtina dikin û encamên baş distînin.

berdewamiya axavtina xwe de Bilek got: Me li gora rewşa civakî û olî li Sêrtê hemû kesekîre pêwendî heye, dezgehên sivîl hemû di nava vî karî de ne. Zanyarên olî behsa aşitiyê û hevrejiyanê dikin. Bi hezaran kesayetên oli li Sêrtê li gel mene û peyamên aşitiyê didin..

Back to top button