Civak
Li sernavê Leyla Qasim ravestan hate çêkirin
Amed – Şaredera navça Bağlarê, îro vekirina Ravestana(park) li ser nave Leyla Qasım kir.
Ravestana hatiye avakırın li ser 5 hezar 500 sed pîvana rûpişta erdê hatiye çêkirin û ji bo bîranina 8-ê Adare roja azadiye jine hatiyê pêkanîn. Wek nimûna tekoşera azadiyê navê Leyla Qasim lê hatiye kirin.
Leyla Qasım kiye: Leyla Qasım di sala 1974-ê de ji aliyê rejima baas ve hat darvekirin(Îdamkirin) Leyla di nav refên Partiya Demokrata Kurdistanê de pêşmerge bû. Leyla Qasim nimûneyek ya jina bindest û xebatkar e. Kasim sala 1952-ê li bajarê Kerkûk ji dayîk bûye û li gel malbata xwe li Bexdayê bûne penaber.
Nûçe: Amed Ramazan