Kultur

Şîlan: Ez ji xwe dûrim

EZ JI XWE DÛR IM

Êş û kovanji parzûna eniya şev û rojan
bêdeng dipalin
bedena havînên giyanê tevizî
li tava germa qijilî
cemidî
li zîndanên koçberiyê
ez bûm
mehkûmê li benda dardakirinê
hezkirin
di kefenê daxwazan de
tarûmar bû
şaxên hêviya pêşeroja gumanbar
li xerîbiya xopan ziwa bûn
dêlikan
vîn û nasnemeya min
bi kelepçeyên rûreşiyê
girêdan
xwîn
ji keskesora asoya hinavên min
diniqute
min
demên hovane
bi dilovaniya hestên serxweş
dîl girtin
rîsê xeyalên veçirî
di tasa zêrînî de kom dikim
û ji nû ve dirêsim
ez
him nêzikî xwe me
him jî ji xwe dûr im
him di nava demê de
dijîm
him jî li derveyî demê me
li kendalên bobelata jiyanê
bi mirinê re
rêwitiya bêdawî dikim
çêja helbestên xwe
ji şevereşên xewle
werdigirim

   Xizan Şîlan
   2010-02-02
   Stockholm

            

Back to top button