Polîtîk

Di nav krîterên BDP de zimanê Kurdî tune ye

 Krîterên BDP’ê yên ji bo hilbijartinê:

– Komîsyoneke ji 25 kesan pêk hatî hate avakirin. Ev komîsyon stratejiya BDP’ê diyar dike, serîlêdanên ji bo pêşberendamtiyê digire.

– Di 11 bajaran de wê pêşhilbijartin pêk bê, li herêmên din dê li ‘Meylê’ bê nêrîn û li hin deran jî navend dê berendamên ji bo mebûsiyê diyar bike.

– Di çarçoveya îtîfakên de ji cihên ku bêne hilbijartin 5 mebûs wekî kontenjan hatin diyarkirin.

– Ji bo berendaman krîter wisa diyar kirin: Berendam divê miheqeq xwedî ‘Têkoşîna demokratîk û azadîxwaz’ be.

– Yên alîgirên demokratîkbûna T irkiyeyê ne, ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavan davêjin û bi awayekî erênî li polîtîkaya îtîfakê ya BDP’ê dinêrin jî dê di çarçoveya van krîteran de bêne nirxandin. Xaleke din a ji bo berendaman jî ew e  ku divê ew paradîgmayên ‘Kurdistana Xweser a Demokratîk û Neteweya Demokratîk” qebûl bikin.
Digel van krîteran dê li berendaman binêrin ka pêre jîrekiya siyasî, vîzyon, xwedîlêdarketina li têkoşîna demokratîk û zanîna li ser zagona bingehîn heye yan na û li gor vê jî dê biryar bê girtin.

– Di xebatên hilbijartinê de dê li ser fikra demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd ku ‘ji bo kurdan statuyeke teqez’ bê bidestxistin xebat bê kirin.

– Li 81 bajaran heta bikarin dê bi nêrîna “Bloka Demokratîk” tevbigerin, li her derê berendam nîşan bidin.

– Li bajarên wekî Amed, Batman, Şirnex, Culemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Riha, Bedlîs, Mûş, Îdirê ku hêza BDP’ê li van deran xurt e dê bi pêşhilbijartinê berendaman diyar bikin. Li bajaran din dê bi pêş meylek û nîşandayîna berendaman a ji aliyê navenda partiyê ve berendam bêne nîşandayîn.

– Hedef ew e ku hejmara mebûsan derxin du qatî. Li gor vê di hilbijartina 2007’an de ku ji Amedê 4 mebûs hatibûn nîşandayîn vê care dê 6 mebûsan nîşan bidin. Li Wanê ji 2’yan dê derxin 4’an. Li Stenbolê jî 4 mebûs wekî hedef nîşan dane.
Li Culemêrgê hedef ew e ku her 3 mebûsan jî bi dest bixin.
Digel van li bajarên wekî Agirî, Entab, Edene, Herêma 1’emîn a Îzmîr û Mêrsînê jî hedef ew e ku mebûsek derxin.
BDP bi navnên ku ji aliyê raya giştî ve têne nasîn dike ku li bajarên wekî Manisa, Enqere, Hatay, Aydin, Semsûr û Bursayê jî mebûsan derxe û surprîzek bike.

– Li gor hesaba BDP’ê dê di navbera 35-40’î de mebûs bêne derxistin û ji bo îtîfakan jî 5 kontenjan hatine diyarkirin. Li gor vê yekê dê berendamek ji aliyê kêmareyên olî bê diyarkirin. Berendamek dê ji bo partiyên kurd ên derveyî BDP’ê bê diyarkirin, didu jî wê berendamên “Bloka Demokratîk” a îtîfakê be ku li rojava bêne nîşandayîn. Digel van her wiha ji bo SDP’ê jî dê kontenjana kesek bê nîşandayîn.

– Ji bo mebûsên jin jî BDP dike ku hejmara mebûsên xwe yên jin ji 8’an derxe 12’an.
Li gor vê hejmarê 2 kesan li Amed, 2 li Wan, li Şirnex, Mêrdîn, Culemêrg, Batman û Stenbolê berendamek jin bê nîşandayîn. Her wiha dibêjin ku li Edene, Sêrt û Îdirê jî dê jinan wekî berendam nîşan bidin.

Balkêşe ku di nav krîteran de krîtera zanÎna zimanê kurdî nîne.

(Hawarnet)

Back to top button