Taha Berwarî bûyerên başûr dinirxîne.

Taha Berwarî wezîrê werziş û Lawan di kabîna 5-ê ya hukumeta herêma Kurdistanê de bû. Kabîna pêncê serokatiya serokwezîrê berê Nêçîrvan Barzanî de gelek karên mezin kirin û tê gotin ku zemînê avakirina civatek hemdem li Kurdistanê di demê vê qabînê de hate pêkanîn. Herweha Taha Berwarî nûnêrê hukumetê bû li Ewropa Bakûr û demek dirêj endametiya liqê PDK-ê li Ewropa jî kiriye.

Di derbarê bûyerên li Başûrê Kurdistanê çêbûyîn û rewşa nû paydabûyî, Rojevakurd  hevpeyvînek li gel birêz Taha Berwarî, wezîrê berê yê Werziş û Lawan çêkir. Berwarî rûdanên Başûrê Kurdistanê rûn kirin.

 

Rojevakurd: Wek hun dizanin 17-ê meha Sibatê li bajarê Silêmaniyê xwepêşandanek pêk hat û erîşê baregehê PDK-ê li silêmaniyê kirin. Hun dikarin vê bûyerê û xwepêşandanên din ji bo me binirxînin?

Hinek alî dixwazin PDK-ê têkil probleman bikine

Taha Berwarî: Berî her tiştî ez 20-e mîn salvegera raperîna gelêrî ya xelkê Kurdsitanê pîroz dikem. Ev serheldan bû egera damezirandina  parlemanto û hukumeta harêma Kurdistanê.  Ev hukumet û parlemanto berhemê deryayek rundik û rûbarek xwîne û herweha qurbanî u  xweragiryeka pir mezin a  gelê Kurdistanê ye.

Bersiva vê pirsê pêwîstî bi paşaxanek siyasî heye, lê bi kurtî mirov dikare bêjê ku;

•    Serkaniya navenda bizava opozîsyonê piranî li Silêmanîyê ye.

•     Opozîsyona fermî  li Kurdistanê  nûneritiya xwe di parlementoya Kurdistanê de heye.

•    Tayek ji  opozisyonê roja 29.01.2011-ê bê agahdariya grupa xwe ya parlemanî (wek serokê berê yê firaksyona Goran Adnan Osman dibêje) yekalî û bê agahdariya grupên din yên opozîsyonê hinek  daxwazên radîkal pêşkêş kirin û yek ji wan hilweşandina parlemento û hukumeta herêma Kurdistanê bû.

•    Di vê belevokê de kardeneweyên cuda hebûn.

•    Giringe li bîra me bêt ku hêzên Amerîka îsal ji Îraqê derdikevin û hindek ecendayên din jî hene ku armanc jê têkelkirina rewşa Herêmêye li gel wan rûdanên ku li devera bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn rûdidin.

•    Rewşa lawaz a YNK-ê wek partnerek serekî li gel PDK-ê . Herweha rêkeftina stratîjïk di navbera herdu partiyan de (min bi xwe zor têbînî li ser hene wek kes û min ji berî niha jî behsa vê pirsê kiriye)

•    Bi hêzbûna PDK-ê, wek hêza sereke li Kurdistanê piştî  hilbijartinên 7.3.2010-ê.

•    Rolê bilindê serokê herêma Kurdistanê hêja Mesud Barzanî di avakirina hukumeta Iraqê de leyistî.

•    Ragehandina mafê çarenivîs di kongra 13-ê ya PDK-ê de û kardana berfireh liser vê ragehandinê.

•    Danandina serokayetiyek taybet bo parêzgeha Silêmaniyê û tirsa  hevrikên siyasî ji baladestbûna PDK, bi taybetî ku em berev helbijartinên parêzgehan ve diçîn.

•    Aliyên li pişt wan bûeran dixazin nûbûn û vebûna Partiyê ku piştî kongreyê daye pêşiya xwe beravêtî bikin.

Ger van pirsên li jor bêxîn pêş çavên xwe bêguman dê hindek tişt bo me zelal bibin.

Her kes dizane ku PDK rasterast li Silêmanyê ji ber gelek hokaran ne desthilatdar e. Lê çima PDK bû aramanca êrîşan?
Bi bawerya min têkelkirna PDK di nav hinek probleman de ku xelkek din berpirsiyare, armanc ew bû ku PDK lawaz bibe. Serokê hukumetê ji YNK-ê ye. Parêzgerê (walî)  Silêmaniyê ji YNK-ê ye. Berpirsên kêmasyên xizmetguzariyê li Silêmaniyê wek ku her kes dizanê  ji 1994 heta îroYNK.

Gelo maqole di rewşek weha de, eger armancek veşartî  hevbeş nebît ji bo çi baregayê PDK-ê bibite armanca êrîşan? Gelo maqole  ku berî rûdanê  hemî  dezgehên peywendîdar yên hatîn agahdarkirin bi tu awayî rolê xwe yê pêwîst ranebin! Bêhna pîlanek u taktîkek siyasîya bi armanc bi riya hezaran kîlometra digehîte mirovî!

Helbete tiştê ku rûdayî gelekî xirab e. Bi taybetî şehîdbûna xorta û birîndarbûna hijmarek ji hevwelatiyan ya herî xirabe. Aya alternatîvek baştir nebû ji bo wê tiştê rûdayî? Bi dîtina min girîng e ku em çaverê li encamên komîteya lêpirsînî bikin. Daxa mezin ewe ku qurbanî çêbone û mirov nikare saetê bi paş da bizivrîne.

Tiştê balkêş ewe ku PDK li gelek derên din jî ku li jêr heymeneta îdarî ya YNK da ye bo armanc. Li Helebce, Kalar û xwenîşandanên derve jî dijî PDK-ê bûn!! Bi dîtina min bihên ji vê meselê bi giştî têt. Pêwîste PDK  vê pirsê bi hurî dîrase bike û çavekî li komek hevpaymanên xwe û bi kêmasî li mekanîzma piyadekirina wan derbaz  biket.  Kêmasiyên xwe û kêmasiyên dostên xwe û herweha opozîsyona dinav perlemantoyê û derveyê perlamentoyê di berçavan re derbas bike u mêtodek nû yê karî bide pêşya.

Gelo maqole PDK piraniya denga hebît û serokatiya hukumet û Parlemantoya Kurdistanê neket?  Helbet ev yek ji derencamêt “rêkeftina stratîjîk”e. Gelo heta çi hedekî ev rêkeftina Stratîjîk kariye baweriyê di nav her du hêza û bingehê wan  de pêkbîne û baweriyê di nav hêzên din û xelkê Kurdistanê de peyda bike? Ez bersiva van pirsa ji bo xwendevanên hêja dihêlim.

Bi kurtî bi dîtina min di 20 saliya serhildana xelkê Kurdistanê de, sîstema siyasî ya me di îmtihanek pir mezin, dîrokî û pir ciddî de ye. Hêviya min ewe bi saya serokayetiyeka hekîmane û bi rolek berpirsiyane yên partî, rûnakbîr û medya û dezgehên Kurdistanê em karîbin bi hevra ji vê îmtihanê bi serkeftî derbikevîn u serbilind bîn.

Rojevakurd: Gelo di van bûyeran de helwesta partiyên siyasî li Kurdistanê çewebû?

Li dijê PDK-ê peymanên veşartî hene

Taha Berwarî: Tiştek veşartî nîne ku bêjin, hêzên opozîsyonê, Îslamî (Yekgirtu u Komel) û Goran û PÇDK û Partiya komunista Krêkarî bi çelakî tevlî bûyeran bûn. Di vê prosesê de berpirsiyariyek mezin kete li ser milê beşek ji berpirsiyariyên biraderên YNK-ê. Bi dîtina min bi zanebûn yan jî efewî, piştî encamên hilbijartinên 7.3.2010-ê ji bo lawazkirina PDK-ê peymanek nenivîskî û veşartî  hebû.

Hêzên opozîsyon giringe platforma perlemanê Kurdistanê biken ew forum ya ku hemî pirs têda bihêne  behs kirin. Li çi  cihên dinyayekê nîne ku opozîsyon şertên xwe dîkte biket. Wî çaxî dibîte dîktatoryeta eqeliyet dijî zorîne. Giringe nefesek dirêj hebît u kiyanê Kurdistanê bi xwe nekevîte bin tehdîdan. Evêjï nefesek  dirêj ya karek sîstematïk dixwazît.

Min hêvî dikir ku li himber sotandina kefîya sor helwestek zelal ya partiyên siyasî û rewşenbîran hebûya.  Çawe mirov dikare bêjê ez bo CHAK  kar dikem û jenosîdê dijî hevwelatiyên xwe yên Barzanî û Êzîdî û gelekên dî rabigehînêt? Wek li Stockholm rûdayî? Giringe ev grupên radîkal ecêndayê siyasî li derve û navda nexin destê xwe.

Mafê xwepêşandanê divê bête garantîkirin. Lê nabe ku azadiya xelkên din bête têkdan. Bi sedema van kiryarên neberpirsane wezaretên derve yên welatên biyanî bêjin herêma Kurdistanê ne arame. Gelo kî faydê ji vê yekê dike? Eger cardin dergehên asmanî yên Kurdistanê bêne girtin û mecbûrî rewşa berî vekirina balefirgehan li Kurdistanê peyda bibe, ev yek li gora baweriya min ne siyasetek lojîkî û bi berpirsiyarane ye.

Rojevakurd: Helwesta desthilatdariyê we çewe dît?

Desthilat lawaz e

Taha Berwarî: Li gora hemi pîvanan helwesta desthilatdariyê li Silêmnyê lawaz bû. Eger desthelat bi ole xwe rabiba bêguman trajîdya 17-ê Sibatê  rû nedida.

Rojevakurd: Serokê Kurdistanê bi daxuyaniyekî behsa pêkanina hilbijartinên pêşwext kir. Hun vê helwesta serokê Kurdistanê çewe dibînin?

Eger nexşerêya wezareta Werziş û Lawan ketiba karî evro da rewş bi temamî  bi rengek dî bû ya.

Taha Berwarî: Yek ji tiştên herî baş bû ku serokê herêma Kurdistanê behsa meşrutiyeta desthilata Kurdistanê bi rêya dengdanê bête çespandin kir. Rêzdar serokkomarê Iraqê Celal Talabanî piştgiriya vê pêngava serok Barzanî kir bi heman awayî cenabê serokê hukumetê jî  bi alternatîvê herî baş nirxand. Roja 4.3.2011-ê di konferansek rojnemevaniya hevbeş de Rêzdar Talabanî ev piştgiriya xwe eşkere kir. Ev hemfikirî zor giringe. Di vê dema ku tehlukeyên mezin di derbarê madeya 140-ê û bi taybetî li Kerkukê li pêşiya me ne û herweha pirsa federalîzekirina yasayan li Iraqê di rojevê de ye, nabe ku kurd vê firsenda dîrokî birevînin.

Helbet giringe em bi çavek rexnegirane berê xwe bidine karê hukumetê, partiyên siyasî û medya Kurdistanê. Gelek kêmasî li gelek asta da hene pêwîste karek ciddî li ser bihête kirin, ku bi dîtina min em gelek paşda mane.

Goman têda nîne ji aliyê xortan ve eger behs bikem eger nexşerêya wezareta werziş û lawan ketiba karî evro da rewş bi temamî  bi rengek dî bît. Hukumetdariyê berdewamiya karên baş pêdivêt. Li ser pirsên girngên civatê giringe siyasetek tewafuqî baş hebe, bo hindê ku nekevîte ber guhartinan bi her guhartineka li desthelatê da tête kirin.

Pirsa lawên Kurdistanê yek ji wan pirsane. Heta wezaret hebû  û biryara nemana wê nebû çi xwenîşandan nebûn. Berî wezaretê xwenîşandan hebûn û pişti  wêjî lê li dema wezaretê kar dikir xwenîşandan nebûn. Bi dîtina min egera serekî jî ew bû ku me bi awayek teknokratî û hukumetî kar dikir u alîkarya lawên rexnegir dikir ku beşdar bin u li dervey prosêsî nebin.    Ev mêntalîte pêwîste bala dest bibît li hemî dezgehên hukumeta Kurdistanê.

Rojevakurd: Gelo PDK divê van bûyeran çewe şirove bike û dive PDK çi bike?

Ev bûyer dê bibin egera siyasetek û rewşek nû

Taha Berwarî: Ez durî biryara siyasî ya PDK-ê me, lê nîşanên ez dibînim ewin ku ev rûdan dê bibin egera siaysetek nû û rewşek nû. Ew pirosês, bi baweriya min, eve çend rojeke destpêkirye. Bi bawerya min em dê ji niha wê ve di gelek waran de, PDK-ê bi ecêndayek taze bibînin ku aktîvtir bêt. Bi kêmasî ev hêvî jê tête kirin. Giringe PDK kêmasiyên xwe, dostanya li gel YNK û rêkeftina stratîjîk û peywendî li gel layenên din, karê di hukumet û parlemantoyê de tête kirin bêxite ber lêkolînek ciddî û pilanekê baş danît ji bo çareserkirina wan.

Bi awayek din giringe PDK sloganên kongira 13-ê (nûjenkirin,  dadperwerî û bihevrajiyan) di warê praktîk da piyade biket. Staylek nû yê piralî yê karî pêwîste bihête encam dan. Bi awayek din xebatek jîrane pêwîste ji bo parastina destkeftan û pêşvebirna  wan li navda u li nav kurdistanyên diyasporayê da.

 

6.Adar.2011

Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: