Civak
Li Serêkaniyê teqînek bi hêz rûda
Li rojavayê Kurdistanê navçeya Serêkaniyê teqînek gelek bi hêz çêbû. Li Serêkaniyê otomobilek bombekirî hate teqandin û di encama teqînê de 14 kesî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndarbûn.
Piştî teqînê agir girt hinek avahiya û heta demek dirêj agir nehat vemirandin.Birindar jî ji bo hinek nexweşxaneya hatin veguhaztin. Heta vê gavê kesekî berpirsariya teqînê negirtiye ser milê xwe.