Civak

Du zanîngehên Herêma Kurdistanê beşa zimanê Kurdî digrin

Encumena Beşa Zimanê Kurdî, li her du zanîngehên Raperîn û Çermû, nerazîbûnê li beramber girtina beşa Kurdî derdibrin ku Serokayetiya her du zanîngehan bi niyetbûn bigrin.

Li gor daxuyaniyeke wê Encumenê, bi hêceta girtina beşa zimanê Kurdî eweye ku derçuyên wê beşê hela karê pêwîst bi destê wan neketiye, ji bo wê yekê zanîngehan biryar dane wê beşê bigrin, ji ber ku bazara kar pêwîstî bi derçûyên wê beşê nîne.

Heman demê de Encumena Beşa Zimanê Kurdî li her du zanîngehan balê dikşînin li ser wê yekê ku girtina wan beşan, bênirx û bêbiha kirina zimanê Kurdî ye ku heta niha li gor pêverên navdewletî bi zimaneke zîndî û parastiya ji navçûnê tê qebulkirin.

Encumena Beşa Zimanê Kurdî li her du zanîngehên Çermû û Raperîn yadaşta nerazîbûnê pêşkêşî Serokayetiya Zanîngehê kiriye ku li şûna wê yekê giringiyeke zêdetir bi beşa zimanê Kurdî bidin, digrin.

Back to top button