Polîtîk

Li Serêkaniyê PYD û hêzên Opozisyona Suriyê bi hev ketin

 

Li Kurdistana Rojava li bajaroka Serêkaniyê, hêzên çekdar yên opozîsyona Suriyê ku ji Tirkiyê derbasa wir bûn, êrîşa gelê Serkaniyê kirin. Komên bi navê El Şam û Nasra, gule reşandine ser gel. Di êrîşan de Serokê Meclîsa Gel Abid Xelîl û xrtekî ku navê wî nehatiye diyarkirin jiyana xwe ji dest dane û 5 welatî jî brîndar bûne. 

Meşa ku ji aliyê Desteya Bilind a Kurdî ve hatibû organîzekirin, dema dest bi meşê kir, ji aliyê komên çekdar yên opozîsyonê ve hatin astengkirin. 

Li ser vê Serokê Meclîsa Gel Abid Xelîl endamê ewlehiya Kurd çûne ba hêzên çekdar ku rê vekin. Komên bi navê El Şam û Nasra, gule reşandine ser meşvanan. Abid Xelîl û xortekî nav nehatiye diyar kirin ji ber gulereşandina hêzên opozîsyonê jiyana xwe ji dest dan. 

Piştî êrîşa çeteyên çekdar yên opozîsyonê, Yekîneya Parastina Gel (YPG) kete dewrê û bersiv dane hêzên opozisyona Suriyê.   

Li gorî agahiyên ku Endamê Meclîsa PYDê Dr. Ciwan Mistefa danê, îro dane sibê komên çekdar çûne noqteya ewlehiyê a sivîl a li ser rêya Dirbsiyê û gotine ku em ê destûrê nedin ku meşvan têkevine Serêkaniyê. Li ser vê Serokê Meclîsa Gel Abid Xelîl dema diçe cîhê bûyerê rasta êrîşê tê. Li ser destwerdana YPGê hêzên çekdar yên opozîsyona Suriyê şûnda vekişîyane. Pevçûn, l ser rêya Dirbesiyê dewam kirine. 

        

 

Back to top button