Civak

Şerê PYD-ê û Arteşa Azad

Li Rojavayê Kurdistanê Serikaniyê di navbera çekdarên PYD û arteşa azad de şer derket. Li gora agahdariyên ji herêmê têne îro sere sibehê di navbera hêzên arteşa azad û çekdarên PYD-ê de ji bo rewşa asayişa bajarokê Serêkaniyê şer derket.

Li gora agahdariyan di vî şerî de kuştî û birîndar hene. Herweha ji aliyê ANF ve hate ragihandin ku di vî şerî de serokê meclisa gel yê bajêr Abid Xelil jiyana xwe ji dest daye.

Heta niha agahdariyên zelal tuneye. Lê li gora gahdariyan li nava bajêr û li ser rêya Dirbêsiyê şer berdwam e.

Ji berî heftiyekî arteşa azad serêkaniyê ji hêzên rejimê azad kirîbûn. Niha jî di nav wan û PYD-ê de şer heye.

Back to top button