Civak

Ji Çermesoran lêborîn xwestin

 

Fîrma li cîhanê tê naskirin a navdar a bincilan Vîctoria’s Secret, hefta borî li New Yorka Amerîkayê defileyeke salî lidaristin. Di defîleyê de mankena bi nav û deng Karlie Kloss, serpûşeke rengîn a niştecîhên Amerîkayê a Çermesoran da serê xwe. Ew serpûşa Çermesoran, di çapemeniya civakî de berfireh cîh girtibû û rasta rexneyan hatibû. 

Hin şîroveyên ku li ser malpera Victoria’s Secret hatin kirin, dihat îfadekirin ku, di defîleyê de, bi li xwe kirina serpûşa Çermesoran a ku mankena navdar Karlie Kloss bikaraniye, nîşan daye ku di derheqê çand û dîroka niştecîhên Amerîkayê de nezaniyeke li ber çavan heye. 

Li ser nerazîbûn û rexneyên zêde, Victoria’s Secret daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya xwe de fîlmaya navdar a bincilan Victoria’s Secret, ji Çermesoran lêborînê dixwaze. Dîsa hatiye diyar kirin ku, meha pêş de defîleya ku dike di televizyonê de were weşandin de, beşa ku manken Karlie Kloss bi serpûşê derketiye, wê ji dîmenan were derxistin û neyê ser ekranan. 

Manken Karlie Kloss jî, li ser hesabê twittera xwe ji Çemesoran lêborîn xwest. 

Xeletiya Victoria’s Secret ev bû ye ku, serpûşa ku di defîleyê de bikaranîne, ji aliyê Çermesoran ve di şer de û serokên eşîretan didin serê xwe. 

Wateya ew serpûşê jî wêrekî û rêzgirtin e û ji aliyê jinan ve nayê bikaranîn. 

 

 

Back to top button