Polîtîk

Serok Barzanî peyamên germ ji Tirkiyê re şandin

Serokê Herêma Kurdistana Federel Mesut Barzanî, peyameke germ ji Tirkiyê re şandiye û diyar kiriye ku, ew dixwazin bi Tirkiyê re pêwendiyên xwe yên baş dewam kirin bidin. 

Ji aliyê Biroya Serokatiya Rêvebiriya Herêma Kurdistanê ve peyameke nivîskî hatiye belav kirin. Di daxuyaniya nivîskî de hatiye diyar kirin ku, Serokê Kurdistana Feferel Mesut Barzanî, Balyozê Bexdadê yê Tirkiyê Yunus Demirer û Serkonsolosê Hewlêrê Aydin Selcen û şandeya bi wan re qebûl kiriye.

Di hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Bexdadê Yunus Demirer de, têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de û bûyerên ku li herêmê diqewimin hatine gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de Serok Barzanî îfade kiriye ku, dixwazin têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re yên heyî dewam kirin bidin. Serok Barzanî gotiye, “em dixwazin têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de yên siyasî, bazirganî, çandî û yên di qadên din de dewam kirin bidin û her biçe ew têkiliyên xwe xurtir bikin.”

Balyozê Bexdadê yê  Tirkiyê Yunus Demirer jî, di hevdîtinê de a bi Serok Barzanî re anîye ziman ku, Barzanî li herêmê risteke girîng dilîze û geşbûna têkiliyên di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistana Federel û Tirkiyê de, wê ji bo îstikrara herêmê jî derfetên baş derxîne holê.    

Back to top button