Civak

Li Ûrmiyê jinek Kurd ji alî xezûrê xwe ve hat kujtin

Ji ber nîqaşên devkî, Roya Emînî, li Ûrmiyê ji alî xezûrê xwe ve bi çekê hat kujtin.

Li gor agahiya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 8ê Kanûna 2023an, Roya Emînî ya 24 salî û xelka gundê “Hengrevan” a ser bi navçeya Soma û Biradost a Ûrmiyê, ji aliyê xezûrê xwe yê bi navê “Serbaz Badûzade” ve hat kujtin.

Li gor agahiyên li ber berdest, Roya Emînî li gundê Korane yê ser bi Sêroya Ûrmiyê, ji alî xezûrê xwe ve bi sê gulleyan hatiye kujtin.

Li gor tê gotin, tawanbar piştî qetilkirinê ji cihê bûyerê reviyaye.

Roya Emînî xelka “Hengrevan”a Soma û Biradostê dayîka du zarokan bû.

Back to top button