Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di derbarê êrîşa firokeyên bêpîlot de daxuyanî da

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya di derbarê êrîşa balafirên bêmirov a li ser avahîyek Hewlêrê de got: “Hikûmeta Federal a Iraqê ji rawestandina hewldanên komên neqanûnî yên li dijî welatiyên Kurd berpirsyar e”.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê di derbarê êrîşa doh de ragihand ku êvara roja Înê 8ê Kanûnê, firokeyên bê firokevan hinek avahiyênên Hewlêrê kirine armanc û di encama êrişê de tenê ziyanên madî çêbûne.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ev êrîş şermezar kir û ragihand ku Hikûmeta Federal a Iraqê ji rawestandina van hewldanên komên neyasayî berpirsyar e.
Di derbarê êrîşê de Yekîneya Dijî Terorê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya fermî ragihand ku demjimêr 18.05ê firokeyek bêfirokevan a bombebarkirî êrîşî avahiyek niştecihê sivîlan kiriye û di bûyerê de ti ziyanên canî û birîndarî çênebûne.