Dosya
Li Rojhilatê Kurdistanê 140 kesan canê xwe ji destda
Roj bi roj hejmara tûşbûyên şewba Korona li Kurdistan û cîhanê zêde dibe, li gor amarên herî dawî, 26.03.2020 demjimêr 10:08 heta niha 140 kes li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji destdane û 1.718 kes tuşî şewba Korona bûne.
Li bajarê Urmiyê û Bokanê 40 kes canê xwe ji destdan û 497 kes jî tûşbûn û 251 kes jî baş bûne
Li Loristan 37 kes jiyan xwe ji dest daye û 566 tuşî şewbê bûne û 96 kes jî baş bûne.
Li Sine 34 kes jiyana xwe ji dest daye û hejmara tûşbûyan jî gihîşt 297 kesan û 90 kes jî baş bûne.
Li Kirmaşan 20 jiyana xwe ji dest dane û hejmara tûşbûyan jî 192 kesin û 75 kes baş bûne.
Li Îlam jî 16 kes jiyana xwe ji dest dane û 232 kes jî tuşî şewbê bûne û 100 kes jî baş bûne.