Bakûrê Kurdistanê metirsiyeke mezin heye

Li gor hejmara dawî ya tuşbûyên şewba Korona Kovid-19 hejmara miriyan li cîhanê tirkiye rojane pêş dikeve û metirsiyeke mezin li tirkiye bi giştî û Bakûrê Kurdistanê bi taybetî dirûst dike ji ber ku heta niha jî li Bakûrê Kurdistanê amêrên testkirinê tûneye.

Îro 26.03.2020 demjimêr 09:39 li gor amarên cîhanî hatiye belavkirin 471.820 kes tuşî şewbê bûne û 21.297 kes jiyana xwe ji dest dane. Tirkiye jî roj bi roj hejmar bilind dibe 2.433 kes tuşî şewbê bûne û 59 kes jî jiyana xwe ji destdane.

Her çende gûmaneke mezin li ser hejmara kesên tuşbû û kesên miriyên ku ji aliyê Wezareta Tendirûstiya Tirkiye ve têne ragihandin heye. Ji ber ku gelek pîspor jî didin zanîn ku amarên tirkiye ne zanistî ne û heta niha temenê wan kesên mirî û li kijan bajarî tuşî şewbê bûne nehatiye ragihandin, lê tê pêşbînîkirin ku hejmar gelek zêdetir be.

Ji bo çi li Bakûrê Kurdistanê metirsî heye

Ji ber ku hemû tuşbûyên biyaniyên li Çînê asê mabûn, bi tenê li rêya Îranê û ji wir jî bajarê Wan û Stenbolê ve vegeriyan welatên xwe. Ev hejmara tûşbûyên şewbê li Rojhilatê Kurdistanê û li Bakûrê Kurdistanê re derbasbûn û vê şewbê tuşî xelkê deverê kirin. Heta niha li Rojhilatê Kurdistanê 1.718 tûşbûyên şewbê heye û 140 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ev hejmara zêdeyê li Rojhilata Kurdistanê zenga metirsiya li ser Bakûrê Kurdistanê nîşan dide. Mixabin li Bakûrê Kurdistanê heta niha amêrên testkirina şewba Korona Kovid-19 tûne û dewlet tenê dibêje bi dehan kes tuşî şewbê bûne. Hîç guman nîne ku dewleta tirkiye ew girîngiya dide bajarên xwe, wê girîngiyê nade bajarên Kurdan. Mixabin li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê kombûn û xwepêşandan û derketina bazar berdewam heye û eve jî nîşana wê yekê ye ku, piştî heftiyek din li Bakûrê Kurdistanê rewş gelek metirsîdar bibe û dewleta tirkiye jî naçe hawara wê hejmara zêdeya tûşbûyên Korona.

Pêwîste Bakûrê Kurdistanê jî wekî her sê beşên dinên Kurdistanê pabend û girêdayî rênimayiyên doktorên Kurd bibin û xwe biparêzin û ji malên xwe dernekevin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: