Ji destpêka kirîza Sûriyê de heta niha welatiyên Kurdistana Sûriyê di rewşeke awarte û zehmet de derbas dibin ji aliyê dabînkirina xizmetguzarî û pêdiviyên jiyana mirovan a rojane ..
Û yek ji wan zehmetiyên ku welatî dibînin qutkirina ava vexwarinê li hin bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê mîna Bajarên sereke weke Hesekê û Qamişlo ku ev tunebûna avê kirîzek bi bandor e û dibe cihê pirsgirêkê li cem hemwelatiyan ..
Herwiha di derbarê vê mijarê de hemwelatiyek ji Qamişlo ji taxa ” Cûdî” ji malpera ENKSê re behsa rewşa Avê li taxê dike : Bi rastî mirov bê av nikare jiyana xwe berdewam bike û bi taybetî di vê werzê havînê de ku pileya germê digihêja asteke bilind û di vê rewşa awarte de mirov hewcedariya dabînkirina avê ye …
Li ser vê mijara birîna avê welatiyekî din ji heman taxê ji me re anî ziman: Ku ji heyama sê rojan de ew bê ava vexwarinê ne û neçar dibin ku bi rêya tankan ku di nava kolanan de digerin ew ava vexwarinê bikirin û dibe ku ev av ne paqij be û nexweşiyan ji mirov re çêbike….
Heman kirîza birîna avê li bajarê Hesekê li Kurdistana Sûriyê payda dibe ji sedema qutkirina avê ji wêstgeha Elok a avê ji aliyê çekdarên ên girêdayî dewleta Tikiyê ve, ev yek bandoreke herî mezin li ser jiyana xelkê wî bajarî dike….