PolîtîkRojev

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja10.07.2021 pêşwazî li Emîndarê Giştî yê (Projeya Erebî) û Serokê Hevpeymaniya Azim Xemîs Xencer kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya siyasî û ewlehî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û girîngiya çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkan li ser bingeha destûrê hatin kirin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, hilbijartina dahatî ya Encûmena Nûneran a Iraqê hat guftûgokirin û tekezî li wê hate kirin ku divê hilbijartin pak û paqij be û maf û daxwazên tevahiya pêkhateyên Iraqê misoger bike.

Back to top button