Nivîsar

Gelo nakokiya di nava YNKê de çiye û çewe çareser dibe ?

Di van rojên dawî di medya yê û taybetî di medya civakî de behsa nakokiyên dijwar di navbera rêveberiya YNKê de tê kirin. Bi taybetî tê gotin ku nakokî di navbera herdu hevserokên YNKê de heye. Kurê Celal Talabanî Bavêl Talabanî û Lahor Şêx Cengî  herdu hevserokên YNKê ne ,lê di praktikê de, yê YNKê rêve dibe Lahor e. Kêmasî di nava civakê de welê tê zanin. Ji ber ku piştî kongreya YNKê, Lahor gelek dezgehên bi hêz xwe ve girê dane û roj bi roj Bavêl  xwe kemtir û bê desthilat dibîne.

Herweha gelek pisporên siyasî di nava YNKê de didin xûyakirin ku, ev nakokî di navbera Malbata Celal Talabanî û Şêx Cengî de ye.

Tevlîhevîyek di nav dezgeha “ Zanîyarî “ ya yekêtî nîştimanî de çê bûye, Serokê dezgeha Zanîyarî( Muhemed Tahsîn Talebanî ) ku birê Ala Talebanîye bi fermana Bavêl Talebanî ji kar hatiye dûrxistin li cihê wî ( Ejî Emîn ) birê Musena Emîn kû perlementetê Yekgirtûya Îslamîye danîne.

Ev bûyer li dijî Lahor şêx Cengî pêk hatîye û ji hêla Caafer şêx Mustafa hatîye pêk anîn. Bi vê yekê darbek mezin li rol û pêgê Lahor dikeve, Ji ber ku hem ji derve hem di nava YNKê de hêza bingehîn li pişt Lahor Dezgehê Zanyarîye.

Ala talabani herkse dizane ku, li gel milisên Şîe li Iraqê kar dike û bi lîsteya wan de bûye parlementer. Ala Talabanî di daxûyaniyekî de dabû xûyakirin ku, Talabanî ne Kurdin ew ji êşîrek Şîene û erebin. Bi vê daxûyaniya Talabanî gelek bertek li himber xwe peyda kirîbûn.

Ji aliyek din ve, herkes dizane ku Lahor  mamustayê xiyaneta 16ê Oktoberê ye û ewê Kerkûk radestî hêzên Heşda Şeibî kir û di operasyona Kerkûkê de hewldana kuştina waliyê Kerkûkê Necmettin Kerim kir û gelek berpirsên YNKê bê desthilat kir û xiyaneta 16ê Oktoberê li himber hemû Kurdistanê pêkanî Lahor Şêx Cengiye.

YNK piştî nexweşî û wefata Celal Talabanî bi salan nekarî kongreya xwe li dar bêxe. Nakokiyên mezin di nava YNKê de hebûn. Di encam de kongreyek pêkanîn û awayê rêxistinî de Sistema hevserokiyê danîn. Ev kopiya PKKê bû ji xwe hevkariya Lahor û PKKê tê zanin. Ji ber ku herdu dizê kulekî ne. Herdu jî li gel Heşda şeibî û tevdigerin fermanîn xwe ji Îranê werdigirin.

Xalek din heye ku gelekî girîng e, tu pîvan ji Lahor Cengî re tuneye. Ji aliyekî li gel PKKê hevkariyê dike, ji aliyek din ve tê îdia kirin ku, ew operasyonên Tirkiye li himber berpirsên PKKê li devera Silêmaniyê dike  hemû agahdariya ji Lahor werdigire. Lahor li gora berjewendiya xwe pir alî dileyze. Tû zanin ku lahor bi rêya dezgehê Zanyariyê gelek kurdên Îranê girtine û ew radestî rejima Îranê kirine û hatine îdam kirin.

Pavel Talabanî ji bilî ku kurê Talabaniye tu taybendmendiyên wî tuneye. Lê gelekî ji Lahor baştir e û behtir jî berê xwe dide Kurdistanê.  Li vê derê ji Pavel Talabanî behtir mala Celal talabanî derdikeve pêş û şerê di navbera Lahor Cengî û Pavel Talabani de heyî, di bingehê xwe de şarê malbata Celal talabanî û Şêx cengiyê pismamaê Celal Talabanî ye.

Ji aliyek din piraniya kesayetên bi navû deng di nava YNKê de, herweha berpirsên YNKê piranî helwesta xwe li ba Malbata Celal Talabani didin xûyakirin.

Eger mirov rewşa başûrê Kurdistanê û destkeftiyên Kurdistanê wek pîvan bigre, tesvîye kirina Lahor ji bo Kurdistanê jî baştire û YNKê jî behtir ber bi Kurdistanê ve vedigerîne.

11.7.2021

Analîz/Rojevakurd

Back to top button