Polîtîk

Li Rojavayê Kurdistanê terora çekdarên PYDê berdewam e

Li Kurdistana Rojava, terora çekdarên PYDê li himber xelkê û partiyên siyasî berdewame. Çekdarên PYDê eîşê mala endamê mekteba siyasî ya PDKS bişar Emin kirin û ew revandin.Herweha li devera Efrînê çekdarên PYDê xelkê temenê wan 60 salî digre û dibe eskeriyê û berê wan dide şer.Li gora nûçeyeke ya Rûdawê,  ji Efrînê aşkere kirin, ku hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve kesên bi navê Mihemed Osman 65 salî, Mihemed Sito Bekir 60 salî, Midhet Mihemed Murad 60 salî, Mistefa Bekir Nûrî 60 salî û Semîr Mistefa Cemal 38 salî girtin û bo kampa YPGê li gundewarê Efrînê veguhastin.Heman jêderan da zanîn, ku ew kes rûniştvanên gundê Dara Girê ne k user bi devera Mabata ne û hemû jî endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) ne. 

Back to top button