Erdogan ji nû ve bû serokê Ak Partiyê
Li Enqere kongreya awarte ya Ak partiyê pêkhat. Armanca vê kongreyê ya serekê ew bû ku, peyreva partiyê bê guhertin û serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan bikaribe bibe serokê partiyê.Di kongreyê de Erdogan bi dengê hemû endamên kongreyê bû serokê Ak Partiyê. Piştî referandumê de, bi pejirandina guhertinên destûra bingehin ya Tirkiye de çêbûyîn, hêdî serokkomar dikare bibe endamê partiyekî be û ne ba alî be.Serokê Ak Partiyê yê kevin û serokwezîr Binalî Yildirim niha bû wekilê serokê partiyê û dê heta hilbijartinên 2019ê jî wek serokwezîr di karê xwe de berdewam be.Erdogan piştî 998 roja cardin li partiya xwe vegeriya. Erdogan di kongreyê de axavtinek dirêj kir û behsa pêvajoya nû ya siyaseta Tirkiye û rêveberiya vî welatî kir.Erdogan behsa şerê li dijê terorê kir û da xûyakirin ku ewê heta dawîyê li dijê terorê bisekinin û li vê derê navê PKK, FETO û DAÎŞ anî ziman.Erdogan behsa rewşa awarte jî kir û da xûyakirin heta şerê li dijê terorê hebê dê ev rewş berdewam be.