Neteweyên Yekbûyî da xûyakirin ku; rewşa mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin.
Hemahengkarê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Mirovî û Hemahengkarê Herêmî bo Karûbarên Mirovî ya li Sûriyê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin; rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê ne aram e û ev nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku divê aliyên pêwendîdar ên li wê beşa Sûriyê, rêkarên ewlehiyê yên guncaw pêk bînin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ew ji kuştina karmendekî tendirustiyê li Kampa Holê nîgeran in û daxwaz dikin rewşa ewlehiyê were aramkirin, da ku gihandina alîkariyên mirovî bidomînin.