PolîtîkRojev

Li Rojavayê Kurdistanê Rewş her awayî ber bi xirabiyê ve diçe!

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDKS)ê raportek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, di meha Hezîranê de belav kir.

Di raportê de, PDKSê nîşanê bi wê yekê dide ku bi derengketina çareya siyasî ji bo krîza Sûriyê, rewş ji aliyên siyasî, aborî, ewlehî û debara jiyanê ve, xirabtir dibe.

Nakokiyên dewletên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê bêhtir dibin, û Tirkiye kar ji bo armanc û ajandayên xwe dike.

Opozisyona Sûrî jî her di cihê xwe de maye û grûpên wê yên çekdar ên xwedî nerînên Islamî di binpêkariyên xwe de, ligel xelkên resen ên deverê, berdewam in.

Endamekî Polîtburoya PDK-Sê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rêya çareseriyê dike ku lihevhatineke Kurdî – Kurdî pêk bê.

Endamê Polîtbîroya PDKSê Ebdulkerîm Mihemed got, “Raporta PDKSê behsa zehmetiya jiyanê li Rojavayê Kurdistanê dike, ku nirxên keresteyên sereke yên jiyanê buha bûne, bi taybetî nan û mazot û kirêya çûnûhatin û veguhestinê.”

PDKSê her wiha ragihandiye ku birina zarokan ji bo leşkeriya neçar, her berdewam e. Hevdem girtina endamên partiyên ENKSê jî berdewam e û dizî jî zêde bûye.

Rewş li kampên koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî zehmet e û azarkêşiya xelkê bêhtir dibe.

Endamê Polîtbîroya PDKSê Ebdulkerîm Mihemed anî ziman, “PDKSê di raporta xwe ya nû de, dibêje, ji desthilatê tê xwestin ku erkên xwe zêde bike, ji bo berengarbûna van petayên civakî.”

Back to top button